Damezrînerê Virgin Galacticê, Sir Richard Branson, ji sala 2008´an ve dixwaze çûna fezayê weke branşeke tûrîzmê bike rastî. Şrketê niha bi ceribandinekê, xwe nêzîkî vê xewna xwe kir. Li gorî encamên ceribadnina 22´yê Sibatê yn hatî eşkerekirin, Beth Moses ê di VSS Unity (keştiya fezayê ya şirketê) de astronotan amade dike, bi vê ceribandinê sefer kiriye.

VSS Unity pêşî 8.5 mîlan (13680 kîometreyan) heta ber bi keviyên dawiya atmosferê firiiya. Hilgira keştiyên fezayê WhiteKnightTwo ew heta bi wir hilgirt. Di keştiyê bi xwe de cihê 2 pîlot û 6 rêwiyan heye. Piştre ji vir keştiyê dest bi fira xwe kir û heta bi 55.87 mîlan (89.9 kîlometreyan) bi jor ve çû. Leza keçtiyê jî saetê 3629 kîlometre bûn.

Herdu pîlot, Dave Mackay û Michael "Sooch" Masucci ev cara yekê bû ku rêwiyek bi xwe re dibir fezayê. Li wir, muretebatê û rêwiyê wan çend deqîqeyan ji fezayê li dinyayê temaşe kir û paşê serketî xwe berdan dinyayê û li balefirgeha Mojave ya li Californiayê danî. Ev yekem car bû ku VSS Unity ji stratosferê derket û firiya nava mesosferê.

Rêwiyê yekem çi hîs kir, ew wiasa dibêje; „Feza ewqasî tarîbû û (dinya) ewqasî zelal û ronî bû nexasim jî bi berfa li serê çiyayan. Mirov dikarî Behra Pasîfîkê, başûrojavayê Dewletên Yekbûyîê yên Emerîkayê bibîne. Min wisa hî kir ku ez bi qasî ku bê dawî be li jor im. Ew pirr bedew bû."

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Li fezayê santrala elektrîkê!

Çîn ji bo ku elektrîkê hilberîne ji bo dinyayê, dixwaze li fezayê santraleke rojê ava bike.  Wê da xuyakirin ku ew hazir e di navbeyna 2021-2025'an de projeya santraleke rojê li stratosferê bi cih bîne. Li gorî medyaya Çînê, piştî vê santrala pêşî, di nava 20 salan de wê santraleke din a gelekî xurttir wê bê avakirin. Heke Çîn li fezayê santrala enerjiyê ava bike, wê ji rewşa şopandina welatên din derkeve û bibe welatekî pêşeng.

 

ANF / PEKÎN