Ji rojnameyen rojane yên Swêdê ETC di hejmara xwe ya pêr de cih da bûyerên li Alanyayê bi serê du ciwanên Kurd ên li Swêdê ji dayik bûne hat.

Her du birayên hev ên ku ji ber tirsa hewldaneke gengaz a dewleta Tirk navê xwe aşkera nekirin, anî ziman ku ji ber paşnave wan bi Kurdî ye, weke terorîst hatine sûcdarkirin û rastî îşkenceyê hatine.

Yek ji van ciwanan anîn ziman ku çend roj beriya destpêkirina êrîşên li hemberî HDP’ê û kargehên Kurdan, ew ji bo avjeniyê çûne hawiz û got, „Min dît ku birayê min li erdê dirêj kirine û li dora me bi qasî 10 polîs hene. Min tiştek fêm nekir. Dest bi axaftinê kirin, lê gotinên ku min ji wan fêm kir ‘Kurd’, ‘PKK’ û ‘Terorîst’ bû.“


Ji ber pêşnavê me hêrs bûn

Yek ji van birayan diyar kir ku wezîfedarekî li hawiz, îxbara wan kiriye, lewma hatine binçavkirin û îşkenceya li wan hat kirin bi vî rengî vegot: “Polîsan pê li lingê min kirin. Tuf li min kirin û li birayê min xistin. Tevî ku min hewl da rewşê aram bike jî, şîdeta xwe zêdetir kirin. Ji her alî ve sîle û pihîn li me didan. Ço jî bi kar dianîn... Her serê pênc deqeyan carekê ji me dipirsîn ku em ji ku hatine. Paşnavê me gelekî bi zora wan çû. Ji me dixwestin ku em Kurdbûyîna xwe qebûl nekin û digotin. Di çavê wan de nefret hebû. Ez gelekî ji qereqola polîsan ditirsim. Ji ber jiyana xwe û jiyana birayê xwe ditirsim.“

Wî ciwanî anî ziman ku di dema îşkenceyê de serê birayê wî şikestiye, xwîn bûye û da zanîn ku polîsan birayê wî ranekirine nexweşxaneyê û lêpirsîn dewam kirine.

Ciwan di dewama axaftina xwe de got, „Eger wan zanîbûna em Kurd in û bavê me ji Kurdistanê hatiye, tevî ku pasaporta me ya Swêdê heye jî wê destûr nedabûna ku em vegerin Swêdê. Ew gelekî hez dikin ji Kurdan nefret bigirin û gelekî ji Kurdan nefret dikin.“ Ciwan her wiha hikûmeta Swêdê sûcdar kir ku xwedî li wan derneketiye.

Ji Navenda Polof Palme Pispora Tirkiyeyê Hêlîn Şahîn der barê êrîşa li hemberî her du birayan li Alanyayê de ragihand, ku di zêdebûna êrîşên li hemberî Kurdan de, bandora daxuyaniyên Erdogan û AKP’ê yên neteweperestiyê yên beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê heye.


MÛRAT KÛSEYRÎ/ ANF/STOCKHOLM