
Weke Wezaretî hûn Kantona Cizîrê ji aliyê tûrîzmê ve çawa dinirxînin?
Nêzî 4 meh in weke Wezaretî em dixebitin. Di nava vê demê de hin xebat hatin kirin. Bi taybetî di mijara tûrîzmê de ji bo herêma Cizîrê ji nû ve zindî bibe. Ji bo li herêmekê tûrîzm bi pêş bikeve, sê xalên girîng hene. Ya yekemîn, ewlebûna herêmê. Ya duyemîn dewlemendiya ji aliyê berhemên dîrokî. Ya sêyemîn jî mercên jiyanê, derfetên bicihbûnê û ragihandin hêsan be. Dema mirov li Kantona Cizîrê dinêrin tê dîtin ku ev her sê taybetmendî hene. Qadên bicihbûnê, otel hene. Yanî li ge vî şerê li Sûriyeyê jî, eger li Rojava herêmeke ewle hatine avakirin, divê ev yek weke rewşeke ji rêzê neyê dîtin.
Mirov dikarin îro ji Dêrikê heta Serêkaniyê bê pirsgirêk biçe. Yanî mirov jiyana xwe ya rojane gelekî bi hêsanî dimeşînin. Bi hêsanî derdikevin bazarê, zarok diçin dibistanan. Ev yek jî ji ber ewlehiya Rojava ye. Gelek heyet, sazî û kesayet hene ku îro dixwazin bên herêmê. Lê belê bi guman in ku ewlekariyeke têrker nîne. Lê belê îro li hin dewletên şer lê tineye jî êrîşên xwekujî tên kirin. Kuştin, bûyer diqewimin. Hûn biçin kîjan devera cîhanê jî rewşên bi vî rengî tên jiyîn. Em dikarin di vê mijarê de, li gel şertên şoreşê jî herî kêm bûyer li van herêman diqewimin. Ji ber ku xwedî sîstemeke xurt a xweparastinê ye. Mirov dikarin heta saet 12'ê şevê bi hêsanî bigerin. Yên beriya niha hatin ewlehiya vir dîtin. Hin ji wan bi tena serê xwe digerin. Dibe ku ji ber şert û mercên şoreşê di jiyana rojane de hin zehmetî tê dijîn, lê ev jî rewşeke normal e. Bi taybetî bandora ambargoyê li ser vê heye. Lê belê divê ev nebe asteng li pêşiya hatina kesên ji derve. Pêwîste ev kes bên Rojava û rastiyê bibînin. Di vê nuqteyê de em hewl didin herêma xwe ji aliyê xwezayî, ji aliyê cih û warên dîrokî ve bidin nasandin.
We gotin ji aliyê cih û warên dîrokî ve herêma Cizîrê dewlemend e. Di vê mijarê de li ber destê we lêkolîneke berfireh heye? Ji bo parastina van qadên dîrokî karê ku hûn dimeşînin çi ye?
Belê vê gavê li herêma Cizîrê nêzî 1000 cih û warên dîrokî hene. Bêguman hemû ne li nava Kantona Cizîrê ye. Beşek ji wan li Hesekê ye. Bêguman berê jî xebatek dihat meşandin. Di dema rejîma Sûriyeyê de der barê cih û warên dîrokî yên li kantona Cizîrê de lêkolînek hatibû kirin. Em jî der barê berhemên dîrokî yên li herêma Cizîrê de xwedî lêkolînekê he. Me jî di vî warî de arşîvek kirine. Her wiha ji bo parastina cih û warên dîrokî yên li herêma Cizîrê, di xwazin lêkolînekê li ser van qadan bikin. Mînak Til Bera ya li başûrê Girê Moza, Til Xelef û Dirbesiyê, Çakirbazar ê 25 km li başûrê Amûdê, Leylan a li başûrê Tirbespiyê hatine lêkolînkirin. Lê belê me xwe bi temamî negihandin encamê vê.
Gelo, ji niha û pê ve ji bo her kes li gorî dilê xwe nikaribe li van cih û warên dîrokî kolandinan bike, çi tedbîrên we hene?
Der barê cih û warên dîrokî de me mekanîzmayeke kontrolê ava kirin. Yanî her kesê bixwaze wê nikaribe biçe kolandinê bike. Hem ji bo zerar negihêje berhemên dîrokî hem jî ji bo li muzeyekê bên komkirin, ev pêwîst e. Di vê çarçoveyê de me hin qanûn amade kirin. Li gorî vê yekê, karekî wiha kolandinê wê weke sûc bê dîtin. Û der heqê yên li gorî vê tevnegere wê karê pêwîst bê kirin. Berê bi qanûnên normal dihatin darizandin. Niha me qanûnên parastina berhemên dîrokî derxistin. Eger di vî warî de qanûnên neyê derxistin, wê li cem me berhemên dîrokî nemînin. Yanî li dijî qaçaxçitiya berhemên dîrokî em qanûnan derdixînin. Di vir de armanca me ne tenê dîroka Kurdan, parastina tevahiya dîrokê ye. Li vê herêmê kî beriya niha jiyane, divê dîroka wan bê lêkolînkirin. Asûrî, Suryanî, Ermenî, Kurd, Ereb. Encamên kolandina heta roja îro hatin kirin, bi me re hatin parvekirin. Em hewl didin bi derfetên xwe re xwe bigihînin van.
Gelo haya we jê heye ku berhemên dîrokî yên di kolandinên beriya niha de ji herêmê hatine derxistin birine ku derê û ji bo anîna van berheman karekî we heye?
Ev rewş gelekî zehmet xuya dike. Mînak gelek berhemên di dema rejîma Sûriyeyê de li Girê Mozan, Til Xwelef hatin derxistin li welatên mîna Fransa, Amerîka û Almanya ne. Yanî dema berhemek ji cihê lê ye hatibe derxistin û biribe cihekî din, anîna wê zehmet e. Di vê mijarê de qanûnên navneteweyî jî nabin alîkar. Qanûnên berhemên dîrokî, dewletên desthilatdar li gorî xwe derxistine. Ji bo anîna van berheman hewldanên gelekî mezin divê. Di vê mijarê de der barê berhemên hatine derxistin de em hewl didin hîn bibin ku kengî, ji ku derê, çawa hatine derxistin û li ku derê tê ragirtin. Ji bo li hev kom kirina van berheman em plan dikin muzeyeke hevpar ava bikin. Di vê nuqteyê de em hewl didin bi UNESCO re di nava têkiliyê de bin. Em behsa herêmeke ku ji şaristaniyê re dergûşî kiriye. Xwedîderketina li dîroka vê herêma ku ji hemû şaristaniyan re mêvandarî kiriye, wezîfeya me ya hevpar e. Heta niha hin berhem gihaştin destê me. Lê bêguman ji bo em xwe bigihînin beşeke mezin a ji van, hewldanên me dewam dikin.
Di nava van çar mehan de we çiqas ji projeyên xwe bicih anîn?
Me projeyên xwe xistin çarçoveyeke teorîk. Ji bo gavên pratîkî biavêjin. Bêguman em behsa rewşeke şoreşê dikin. Di vê mijarê de ji ber zehmetiyên şert û mercên pratîkî me temamiya projeyên xwe nekarî bicih bînin. Lê xebatên me yên di vî warî de temam bûne. Me xwestin destpêkê berhemên dîrokî yên li herêma Cizîrê bixin arşîvê. Ji sedî 75 ê vî karî temam bûye.
NÊRGIS BOTAN/ANF/QAMIŞLO