Li bajarê Holandayê Utrechtê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li Şengalê û kampanyayê boykotkirina malên Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li Jaarbeurspleinê li hev kom bûn û ji bo bibîranîna şehîdan rêz girtin.

Çalakgeran bal bire ser berpirsyariya dewletên Ewrûpayê ya li pêşberî van êrişan û destnîşan kirin ku di esasê êrişên Tirkiyeyê de xweranegirtina li hebûna Kurdan heye. Ji partiya Greon Linksê jî Serpîl Ateş, êrişa li Şengalê şermezar kir û anî ziman ku êrişên li dijî sivîlan ne yên qebûlkirinê ne.

Di mijara boykotkirina tûrîzm û malên Tirkî de jî wê xwest, ji bo tûrîzmê Tirkiye neyê tercîhkirin.

Di çalakiyê de hat gotin, pereyên ji bo tûrîzma Tirkî, dibin fîşek û li Kurdan vedigerin.