Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bang kir û got, ”Erdogan û çeteyên wî komkujiyan dikin. Hûn jî nebin hevparê vê yekê û tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin.”

Yekîtiyê got, “Komara Tirkiyeyê veguheriye girtîgeheke vekirî ku mirov nikarin bi rengekî azad lê bijîn, nikarin xwe lê îfade bikin û bi rengekî nehiqûqî tên mehkemekirin û cezakirin. Kurdistan jî bi operasyonên komkujiyan veguherandine meydaneke şerî.

Di serî de Elewî, li Asûrî, Ermen, Êzidî û gel û baweriyên cuda zext, tundî tê kirin û gef li wan tê xwarin. Li televîzyonan lîsteyên kuştinê yên mirovên ji bawerî û nasnameyên cuda tên eşkrekirin û gef li wan tê xwarin.”

Yekîtî bi bîr dixe ku dewleta Tirk gelek deverên Rojava jî dagir kirine û bi zorê Tirkî hînî zarokên li wan deran dike û wan asîmîle dike. Ew piştre wiha bang li xelkê dike: “Em bang li Kurd, Tirk, Asûrî, Laz, Çerkes, Ermen, ekolojîst, jin, ciwan, Elewî, Êzîdî, Misilman, partî û saziyên wan ên li Ewrûpayê dikin da ku di vê mijarê de hişyar û bi berpirsyar bin. ...

Weke ku di mîna Elmanyayê de tê dîtin, hin welatên Ewrûpayê bi Tirkiyeyê re peymanên tûrîzmê çêdikin. Bi saya van peymanan Erdogan ê dîktator ji xwe re çavkaniya fînansê dibîne. Her euroya ku ji tûrîzmê jê re diçe, vediguhere zilm, komkujî û zextê. Fînansekirina Tirkiyeyê tê wateya afirandina derfetan ji bo xurtkirina DAIŞ a barbar. Hûn jî nebin hevparê vê yekê û tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN