´Qele kirin qereqol´
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku wan di bin deynekî giran de şaredarî wergirtine, pêvajoyeke tengav dijîn û plan dikin ku bi projeyan re vî barê deynan çareser bikin. Turk diyar kir ku ew li gorî çanda Mêrdînê xebatên xwe dimeşînin û got, "Kelaya Mêrdînê ev 50-60 sal in weke baregeheke NATO'yê ya leşkerî hatiye bikaranîn. Lê belê bêguman ew teknolojî bi temamî rabûye. Lê hînê leşker û komeke endamê MÎT'ê ew der dagir kirine. Divê ew der were valakirin. Bi taybetî jî li wir dîrokeke Suryaniyan û Ermeniyan heye, avahiyên dîrokî hene. Divê ev ji nû ve bên restorekirin û bi cîhanê werin nasandin. Ji bo nîşandana van bedewiyan, em difikirin xebatekê bimeşînin."
Kurdistan tenê ne ya Kurdan e
Turk got, "Xaka Kurdistanê ne tenê ya Kurdan e" û destnîşan kir ku ev 5 hezar sal in Suryanî, Ermenî û Kurd bi hev re li vê erdnîgariyê dijîn. Turk da zanîn ku li navenda Mêrdînê û hin navçeyan gelê Ereb jî dijî û got, "Em dixwazin rêbazeke nû ya rêveberiyê ku maf û hiqûqa van gelan înkar nake, bicih bînin. Em bawer in eger Tirkiye mîna Mêrdînê bûya, mîna gelên li vê derê bijiya, niha li Tirkiyeyê ti pirsgirêk nedima." Turk piştre armanc û projeyên xwe bi mêvanan re parve kir.
Jin bi tevgera Kurd re derketin pêş
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol jî der barê pirsa li ser rola jinê ya li Mêrdînê de diyar kir ku ji dîrokê û vir ve keda jinê nayê dîtin û bi mêjiyê zilam hatiye birêvebirin. Akyol destnîşan kir ku bi saya tevgera Kurd jin li vê herêmê derketiye pêş. Akyol ragihand ku di tevgera Kurd de jinên Kurd têkoşîneke ciddî meşandiye û got, "Di roja îro de vê yekê hîn bêtir berfireh dike. Sîstema hevserokatiyê xistin meriyetê. Û hîn jî bi pêş ve dibin. Emê vê têkoşîna xwe dewam bikin. Emê hîn bêtir jinê derxînin pêş. Ji bo vê jî kooperatîf jî di nav de emê gelek xebatan bimeşînin." Piştî hevdîtinê, Kettner ji ber mêvandariya hevşaredaran kêfxweşiya xwe anî ziman û ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derket.
DIHA/MÊRDÎN