Li Londonê li British Museum pêşangeheke resman heye ku doh vebû û wê heta 27´ê Tebaxê vekiribe. Di vê pêşangehê de resmên bi rengên avî xêzkirî yên peyizajan tê nîşandan. Sedema pêşangehê sedemên salvegera mirina J M W Turner e ku tesîreke mezin li hunera resmxêzkirinê ya Ingilîz kiriye. Bi her halî di pêşangehê de tê nîşandan ka ev hunermend bi stîlên çawa, bi kîjan reng û kaxetan xebitîne. Pirraniya 125 resman jî ji koleksiyonên kêm tên zanîn hatine girtin. Lê bi resmekî Turner jî mirov dikare bi hêsanî li sedema tesîra wî serwext bibe.
LONDON