Koma Şehîd Hêvî Yekta ya Wargeha Mexmûrê, şanoya xwe ya “Lêgerîna Heqîqetê” vê care li ser dika Çand û Hunerê ya Aram Tîgiran a bajaroka Rimêlan pêşkêş kir.
Koma Şanoyê ya Hêvî Yekta tûrneya xwe didomîne. Piştî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo û Baqî Xido ya Koban doh jî li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgiran a bajaroka Rimêlan şanoya “Lêgerîna Heqîqetê” hate pêşkêşkirin.
Bi sedan şêniyan ji bo temaşekirina şanoyê berê xwe dan navendê.
Rêveberê koma Şehîd Hêvî Yekta a şanoyê Azad Tekîn bixêrhatina beşdaran kir û got, “Navaroka şanoyê peyameke ji bo gelê Kurd e û behsa polîtîkayên asîmîlekirina çanda Kurdî dike.”
Piştî axaftinê, şano hate pêşkêşkirin. Naveroka şanoya “Lêgerîna Heqîqetê” li ser gundekî Bakurê Kurdistanê ye ku di bin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker de tê asîmîlekirin û bi rêya çeteyên olî tê parçekirin. Ciwanê bi navê Xwezan ê ji ber Elewîbûna xwe ji gund li aliyê dewletê ve tê derxistin, li gund vedigere.
Xwezan bi gundiyan re sîxurê bi navê Mele Qasim tespit dikin û wî ji gund diqewitînin. QAMIŞLO