Lîstika ji aliyê Şanoya Yeni Kapi (Deriyê Nû) yê Îzmîrê ve li bajarê Koln û Ratîngen hat lîstin eleqeyek mezin dît.  Lîstika derketiye Tûrneya Ewrûpayê û wê bi giştî li 14 bajaran derkeve ser dikê. Di çarçoveya tûrneyê de Yenî Kapi lîstik destpêkê li Kolnê derxist pêşberî temaşevanan.  Nêzî 100 şanohezî li lîstika ‘Jiyan Xweş e’ bi eleqeyeke mezin temaşe kir.


Ji Paramaz heta bi Suphî Berxwedan

Lîstik bi beşên xwe yên ku difikirîne, dikenîne û hêviyan mezin dike, ji Paramazê Ermenî heta Paramazê Qizilbaş yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, anî cem hev. Performansa lîstikvanên Şanoya Deriyê Nû bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.

Li Ragîngen lîstik ji aliyê 200 kesî ve hat temaşekirin. Lîstikê rastiyên Anatolê û Mezopotamyayê anî rûberî hev, da lêpirsînkirin û fikirandin.  Di lîstikê de gelek mijarên der barê jinan, karkeran, şer, aştî, kuştinên jinan, destavêtina zarokan a li Pozantiyê, cih girtin. Lîstik rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî lîstikê bi temaşevanan re sohbet hat kirin.


Heta 26´ê Nîsanê tûrne dewam dike

Nûnerên AvEG-KOM’ê di axaftinên li Koln û Ratîngenê de got: “Bi vê berxwedana ku ji Paramazan heta Suphiyan dirêj bûye, li erdnîgariya Mezopotamyayê hêvî û azadiya gelan mezin dibe. Em ê bi konfederasyon, federasyon û saziyên herêmî yên bo mafên we têdikoşin re hevdîtinên xwe bidomînin.”

Lîstika ‘Jiyan Xweş e’ ya Şanoya Yeni Kapi, di 3’ê Nîsanê de li Kîel, di 4’ê Nîsanê de li Hamburgê, di 5’ê Nîsanê de li Berlînê, di 6’ê Nîsanê de li Bîelefeldê, di 11’ê Nîsanê de li Rotterdamê, di 12’ê Nîsanê de li Brukselê, di 17’ê Nîsanê de li Frankfurtê, di 18’ê Nîsanê de li Ulm, di 19’ê Nîsanê de li Nurnberg, di 24’ê Nîsanê de li Basel, di 26’ê Nîsanê de li Stuttgartê wê bê lîstin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN