Lîstika ewil bi tîmên Rêberspor û Zagros Mezopotamyasporê dest pê kir. Di lîstikê de posterê Şaredarê Wanê Bekir Kaya hate vekirin. Di merasima lîstikê de Wekîlê Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Serokê Kuluba Vanspor a Şaredariyê Nihat Gezici û gelke kesên din amade bûn. Gezîcî, anî ziaman ku turnuva rastî eleqeyek mezin tê û di nava gelek tîman de tenê 28 tîm hilbijartine.  Piştî axaftinê tîma Rêberspor û Zağros Mezopotamyaspor hatin cem hev. Dema maçê dest pê kir polîs jî hatin derdora sehê kirin dorpêçê. Encama lîstikê Rêberspor 2 - Zagros Mezopotamyaspor - 1, Îrademspor 5 - Yen-Geçspor 3, Xal û Xarzîspor 0 - Van Barça 1, Bahozspor 0 - Panzspor 4 bi dawî bû.

WAN