Turnuvaya basketbol a kolanan ku her sal ji aliyê şaredariya Peyasa Amedê ve tê organîzekirin bi merasimekê destpê kir.Turnuva li sahaya taxê ya aydî şaredariyê destpê kir. Cîgirên Şaredarê Peyasê Servet Yilmaz û Îhsan Avci, Endamê Meclîsa Şaredariyê Fevzî Yetkîn, Midûrê Karên Civakî û Çandî Mahmut Buyukbayram, sporvan û mamosteyên taqimê tevlî vekirinê bûn. Cîgirê Şaredarê Peyasê Servet Yilmaz di vekirinê de axivî û got; "Ji roja ku em hatine ser kar heta niha gelek xwepêşendanên civakî, perwerdehî û sporê hatin lidar xistin. Me girîngiyeke mezin da van xebatan. Ji bo çanda sporê pêş bikeve me turnuvayên basketbolê yên li kolanan destpê kir. Ev turnuvaya me bi armanca pêşxistina aştî û biratiyê tê lidar xistin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû ciwanên me yên tevlî turnuvayê bûne dikim."
Turnuvaya basketbolê îsal 6'emîn car tê lidar xistin. 17 jê jin, 104 taqim tevlî turnuvayê dibin. Turnuva 4 rojan dê bidome. Taqimên ku di turnuvayê de derece bigirin ew ê ji aliyê şaredariyê ve bê xelatkirin. Amûrên 428 sporvanên tevlî turnuvayê bûne ji aliyê şaredariyê ve hatin peydakirin.

AMED