Turnuvaya ciwanan bi pêşbirka satrancê dawî bû
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) turnuveya ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) ve di meha Hezîranê de hatî destpêkirin bi dawî bû. Turnuva ji bo bibîranîna Şehîd Ferhat Goyî û Şehîd Nûpelda Serfiraz di 7’ê Hezîranê de bi turnuvaya Voleybolê hatibû destpêkirin, di 28’ê Hezîranê de bi turnuvaya pînpomê berdewam kir û bi turnuvaya satrancê bi dawî dibe. Turnuvaya satrancê bi giştî 24 kes beşdar bûn. Ji bo beşdarbûna turnuvayê ti sînorê temen nehatibûne diyarkirin, ji 7 salî heta 70 saliyan herkesî dikarî beşdar bibe. Komîteya Werzîşê ya TCM’ê diyar kir ku armanca wan a ji van aktîvîteyên werzîşî ew e ku ciwanan li hev kom bikin û di qoxana duyemîn a ‘Serî Hilde’ de xwe bi rêxistin bikin û ciwanan bi pêş bixin. Di pêşbirka satrancê de Mehemed Bilen bû yekemîn.
ROJNEWS/MAXMÛR