Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Helebê turnûvaya şehîd Zîlan, bi beşdariya 14 tîmên ji Şêxmeqsud û taxên rojhilatê yên Helebê destpê kir.

Bi boneya salvegera şehadeta ji pêşengên gerîlayên PKK`ê Zîlan (Zeyneb Kinaci), Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li stadyûma taxa Biêdîn, dest bi turnûvaya şehîd Zîlan kir.

Turnûvayê bi daxuyaniyekê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Ciwanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehemed Mihemed ve, bi beşdariya şêniyên taxên rojhilat, hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên Tirkiyeyê li dijî Efrînê û herêmên Şehba û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî hat  şermezarkirin.

Piştre, rêvebera YCR´ê Zinarîn Ehmed li ser kesayeta tekoşer Zîlan û misyona wê di afirandina îradeya jinê de axivî.


Turnûva dê 30 rojan dewam bike

Paşê maça yekemîn di navbera tîmên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Şêx Faris de dest pê kir û tê de, Şêx Faris 4 û 2 bi ser ket. Maça duyemîn jî di navbera tîma Biêdîn û El-Heyderiyê de pêk hat û tê de tîma Biêdîm 2 û 0 bi ser ket. Her wiha di maça tîmên ciwan û ya Nexweşxaneya Şehîd Xalid de, tîma Şehîd Xalid bi ser ket.

Turnûvaya Şehîd Zîlan dê 30 rojan dewam bike.  


 HELEB