Zurafa di nava lawiran de ya herî dirêj e. Lê belê ev lawira balkêş hêdî hêdî tine dibe. Hate ragihandin ku nifşê Zurayafayan di nava 30 salê dawî de ji sedî 40 kêm bû. Saziya Parastina Xwezayê (IUCN) hişyariya ku Zurafa tine dibin kir û ew xiste ‘lîsteya sor’ a lawirên nifşên wan bi tinebûnê re rû bi rû ne. Hat hînbûn ku di sala 1985’an de hejmara Zurafayan 155 hezar bû û ev hejmar di sala 2015’an de daketiye 97 hezaran. Hawîrdorparêz destnîşan dikin ku ji ber tevgera mirovan a texrîbkar mîna gelek cureyên din Zurafa jî tune dibin. Sedemên bingehîn jî şerên herêmî yên li Efrîkayê û nêçîrvaniya qedexe tên nîşandan. 

Di ‘lîsteya sor’ a IUCN de zêdeyî 85 hezar cureyên lawir û nebaên li ber tinebûnê cih digiirin. 


FRANKFURT