Li Çukurovayê Fuara Pirtûkan ji pirtûkhezan re hat vekirin. Ev îsal 10 sal in fuar tê vekirin û vê carê wê 9 rojan vekirî be.

Li Edeneyê ji aliyê TUYAP Fuar A.Ş. ve bi şirîkatiya Yeketiya Weşanên Tirkiyeyê 10’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê deriyên xwe li pirtûkhezan  vekir. Serokê Yekîtiya Weşanên Tirkiyeyê Metîn Celal Zeynîoglu ku di vekirina fuarê de axivî, diyar kir ku ew li bendê bûn ku sala 2016’an ji ber şer hêjmara pirtûkan kêm bibe, lê bi wayekî matmayî ji sedî 7.4 zêde bûne. Zeynîoglu da zanîn ku her sal ji sedî 5-10 hêjmara pirtûkan zêde dibe û bandora fuara pirtûkan li ser vê zêdebûnê heye.

Pirtûk mirovî rizgar dikin

Serokê Lijneya Şêwirmendiya Fuara Çandê, Dogan Hizan anî ziman ku karê çandê ji malê dest pê dike, li dibistanê didome û axivî: “Bi fuarên pirtûkan ên ku dihêlin pirtûk bigihîjin malan, xwedî derketina bajar a li pirtûkan gelekî girîng e. Ez dixwazim behsa aliyekî din ê çanda fuarê bikim. Kesên ku tên vir, kesên ku pirtûkan dixwînin, mirovan nakujin. Pirtûk wê me hemûyan rizgar bikin. Ez ji vê bi bawer im.”

Di çarçoveya fuarê de ku dê 9 rojan dewam bike, 70 çalakî wê bên lidarxistin ku ji panel û gotubêjan pêk tê, û 300 nivîskar wê tevlî van çalakiyan bibin.  


 EDENE