Di çarçoveya kar û xebatên TZP ya bajarê Qamişlo de, bi armanca şopandina rewşa perwerdeya zimanê kurdî û çavdêriya dibistanan, di demên borî de gelek navendên xwe li bajêr vekirin. Di haman çarçoveyê de TZP’ê li dibistana Îbrahîm Henano taxa Enteriyê ya bajêr bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de bi sedan şagirt, mamosteyên zimên û malbatên şagirtan amade bûn. Di merasîmê de şanoya bi navê “Pisîka reş” hate pêşkêşkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre koma şehîd Şervan a girêdayî Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê şanoyek bi navê “Pisîka Reş” hate pêşkêşkirin. Naveroka şanoyê li ser 3 pisîkên bi 3 rengan in, rengê yekê ji wan zêrîn e û gelek zêrên wê hene. Pisîka duyemîn bi rengê zîvî ye û gelek zîvên wê hene. Pisîka sêyemîn jî bi rengê reş e û ji bo pereyan qezenc bike bi çalakî kar dike, her wiha çêlikên xwe fêrî kar, hevkarî û hezkirinê dike. Her wiha di merasîma de stranên şoreşgerî ji aliyê Koma Botan ve hatên pêşandan. Di dawiya merasîmê de navend hat gerandin.
ANHA/QAMIŞLO