Alîkariya aborî ya ku hikûmeta Merkel dide DITIB’ê ku weke şûbeyeke rejîma Erdogan e, diqede. Ji partiya CDU ku hevparê mezin ê hikûmetê ye, parlamenter Christoph de Vries ev bang kir, “Yên ku neteweperestiyê dikin û ji bo hikûmeta Tirk sîxuriyê dikin, nabe ku bibin partnerê me.”
Hikûmeta Elman a federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel têkiliya xwe ya bi vê saziyê re nebirrîbû tevî ku çawa ji partiya Merkelê jî parlamenteran got, neteweperestî û sîxurtî kir û dike.
Hasil, diyar e ku nerazîbûna partiyên mixalefetê û raya giştî ya Elman, kiriye ku rêveberiya Berlînê di budceya salên 2018 û 2019’an de cih nede alîkariya ji bo DITIB’ê.
Parlamenterê Partiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a Serokwezîr Merkel, Christoph de Vries ji hejmara doh a rojnameya Bild re axivî û diyar kir ku alîkariyên ji bo DITIB’ê ji ber karên wê hatiye birrîn.
Parlamenterê ji CDU li ser vê biryara hikpmeta federal got, “Yên ku neteweperestiyê dikin, kîn û hêrsa li dijî Xiristiyanan, Yahûdî û mirovên ne dîndar belav dikin, yên ku li gorî daxwaza hikûmeta Tirk karê sîxuriyê dikin, nabe ku bibin partnerê me.”
Li gorî rojnameya Bild ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî hikûmetê, di navbera salên 2014 û 2017’an de bi giştî 5 milyon û 983 hezar û 429 Euro alîkarî dane DITIB’ê. Ji bo vê saziya dewleta Tirk, tenê sala 2016’an 3 milyon û 821 hezar Euro, sala 2017’an jî milyonek û 306 Euro pere hatibûn veqetandin.
BERLÎN