
Fermandarê Artêşa Iraqê Osman Xanimî îro serdana Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê kir û ragihand ku wan weke hêzên Iraqê dest danîye ser Deriyê Sînor ê Pêşxabûr û yê Xabûrê ku weke Deriyê Îbrahim Xelîl tê nasîn. Bi vê yekê jî kontrola tevahiya deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê ketin destê hikûmeta federal a Iraqê. Bi gotineke din, deriyên Başûrê Kurdistanê hemû ji dest çûn.
Ragihandina Şer a Hêzên Iraqê doh daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Fermandarê Artêşa Iraqê Osman Xanimî serdana Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê (Sêmalka) kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Osman Xanimî ragihandiye, hêzên wan dest danîne ser Deriyê Sînor ê Pêşxabûrî ku ji milê Rojava ve jêre tê gotin Deriyê Sêmalka.
Di daxuyaniyê de girtina deriyê Xabûr (Îbrahîm Xelîl) jî hatiye piştrastkirin û hate gotin ku Osman Xanimî ragihandiye ku hêzên wan wê hemû sînorên beriya sala 2003’an bikin bin kontrola xwe.
Her wiha Osman Xanimî ragihandiye ku ew hatine qanûnên Hikûmeta Federal a Iraqê li wir pêk bînin û pêwîstiyên bicihbûnê dabîn bikin.
Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, heta niha di bin kontrola hêzên pêşmergeyên PDK’ê de bû. Deriyê Xabûr jî dikeve navbera bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê û Silopiya yê Bakurê Kurdistanê.
BEXDA