AHMED KANBAL / MA / MÊRDÎN

Nivîskar Adil Başaran, ji bo bibîranîna gundê Xirarê yê navçeya Dêrika ser bi Mêrdînê ku sala 1993’an, 9 kes lê hatin qetilkirin, pirtûk nivîsand û navê “Li Xirarê Tofan Rabû” li pirtûka xwe kir. Başaran got, mînakên gundê Xirarê îro jî didomin û wî xwestiye haya mirovan ji qewimîna li vî gundî çêbe.

Di 16’ê sibata 1993’an de li gundê Xirarê yê navçeya Dêrika Mêrdînê bi navê Dêrika Çiayê Mazî navdar, eskeran bi ser gund de girt û zarokokeke keç jî di nav de 9 welatî qetil kirin. Nivîskar Adil Başaran li ser vê bûyera xemgîn rawestiya û di encamê de romanek nivîsî. Nivîskar Başaran navê “Li Xirarê Tofan Rabû” li romana xwe kir. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Ber ve hat çapkirin. Başaran di pirtûkê de cih daye gotubêja bi malbatên kesê jiyana xwe ji dest dayî û şahidên wê demê.

Nivîskar Başaran jî ji heman gundî ye û rojekê beriya bûyerê jî li gund bûye.

Beriya tofanê tofan rabû 

Başaran tîne bîra xwe ku esker û cerdevanan bi ser gund de digirin û rojekê beriya wê tofanê, baraneke xurt xweş lê kiriye û ji bo rîska girtina rê a ji ber baranê, ew ji gund derdikeve diçe navenda Qoserê. Başaran anî ziman ku hevalê wî Ahmet Çevîren ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest dide, tê birêkirina wî û got, “Dema me wê şevê da rê, hay û gumana me ji tiştekî wisa tinebû, ka wê li Xirarê biqewime. Qet bûyereke bi vî rengî ne dihat hişê me.”

Serpêhatiya şewitandina gundekî ye

Başaran da zanîn ku serê sibeha roja dîtir, agahiya eskeran bi ser gund de girtiye, ji wan re diçe û got: “Tê gotin ku 3 endamên PKK’ê li gund in. Operasyon qaşo li dijî wan dê pêk bê. Lê dor gundî hemûyî digirin û gulebaran dikin. Di gulebaran ewil de Seydo Çevîren, kurên wî Ahmet (26), Yusuf (22), keça wî Abîde (17), biraziyê wî Ramazan Çevîren (28), azayê gund Mehmet Necat Aris tên kuştin. Her sê kesên din jî bi awayekî birîndar diavêjin hundirê malekê. Pişt re malê bi ser wan de xera dikin û dişewitînin. Jixwe, piştî bûyerê hemû gundî neçar dimînin gund biterikînin.”

Ji bo neyê jibîrkirin

Başaran got, dema wî tiştên li gund qewimîn, dinivîsandin gelek hestewar bûye û wiha peyivî: “Kesên jiyana xwe ji dest dayî, hemû xizm û gundiyên min bûn. Bi awayekî hov hatibûn qetilkirin. Bi hemûyan re bibîranînên min hebûn. Jixwe, ez wê şevê neçûma Qoserê dibe ku ez jî di nava wan kesên qetilkirî de bûma. Ji ber vê yekê min wek romana bibîranînê rahişt pirtûkê.”

Başaran got, ji bo bûyer neyê jibîrkirin û di bîra her kesî de be, wî ev pirtûk nivîsandiye. Başaran da zanîn ku feraseta qetlîamker îro jî li ser kar e û heman feraset îro jî li gelek deveran didome.