Li taxa El Hezawnê û nêzî xaçerêya El Şerîa, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de pêr şerekî dijwar qewimî. 

Di vî şerê li taxa El Hezawnê de 17 û li nêzî xaçerêya El Şerîa jî 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di şer de wesayîteke çeteyan jî hat rûxandin. Di heman şerî de balafirên koalîsyona navneteweyî bombe li cihên çete lê, barandin. Şer li vê herêmê doh jî heta dema nûçe dihat amadekirin, dewam dikir.


Navenda balafirên DAIŞ’ê hate rûxandin

Li bajarê Minbicê ‘Navenda kontrolê ya balafirên keşfê’ ya DAIŞ’ê hate rûxandin. Pêr derengî şevê di navbera şervanên Meclîsê  û komên çete yên DAIŞ’ê de li aliyê rojavayê bajarê de, her wiha li derdora gundê El-Dadat ê li bakurê bajêr, şerekî dijwar qewimî.

Di şerê li kolan û avahiyên derdora Çerxerêya El-Şerîha ya li bakur-rojavayê bajarê Minbicê de, li gorî agahiyên berdest, serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Mihemed El-Qehtanî û 5 çeteyên din hatin kuştin, her wiha çeteyek jî birîndar bû.

Li rojhilatê Minbicê jî pêr bi şev li gundê Zengûl ê 3 km li bakur-rojavayê gundê El-Dadat şer qewimî û di şer de jî çeteyek hat kuştin.


Navenda ‘Eşbal El-Xîlafê’ ket destê şervanan

Bi destpêkirina operesyona rizgarkirina bajarê Minbicê re, şervanên hêza Minbicê li eniya rojava Şerîa Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Şerîa ji du dibistanan û mizgeftekê pêk tê. Bi dagirkirina bajarê Minbicê re, çeteyên DAIŞ’ê Şerîa wekî navendeke perwerdeyê ji bo çeteyên xwe bi kar anîn. Çeteyên DAIŞ’ê zarok bi navê îslamê dixebandin û navê “Eşbal El-Xîlafê” li wan dikir. Zarok li wir dihatin perwerdekirin û li wir diman."

Li gorî nivîseke bi navê “25 Adet” ku bi zimanê Tirkî hatibû amadekirin, tişta balkêş ew e ku çeteyan zarokên ji derve li vê derê perwrede dikirin. Ji ber vê yekê navê “Bihuşta Mucahîdîn” lê kiribûn.

Çeteyên ku di hundir Şerîa de jî tunelek çêkiribûn, lê ji ber şerê li wir qewimî çeteyan ev tunel temam nekir.

Ev der ji bo çeteyan mîna çeperekî bû, her weha moşekên katyoşayê li vir dihatin çêkirin. Çete beriya ji vir birevin her derê wê mayîn kirin û teqandin. 


 MINBIC