Gava ku ew li vê rêbazê digere, bi carekê sînema tê wî dibîne, ji wê rojê û pê ve, ew nîşan dide. Belê dibe ku îro ew ne bi me re be, lê dîmenên wî di dilê me de hê jî zindî ne, wek awir û nêrînên wî. Dilê wî bi me re ye.
ARDÎN DÎREN
“bi qasê dilê çiyayekî
bi bedewiya pezkoviyekê
bi herikîna ava zê…”
“Xelîlê me jî bûye wek Ferhad çiya bi çiya dimeşe û diherike.” Gerîlayên hevalên wî ji bo wî wiha digotin. Xelîl, kesekî ewqas henûn bû wek pezokviyan zinar bi zinar, gelî bi gelî li dû wêneyên qelbê xwe bû. Qelbê wî di dilê pezkoviyan de lê dida; di dilên garîlayan de, di dilên çûkên ku difiriyan, di dilên hespên ku di nav xwezaya Kurdistanê de dibeziyan de lêdida. Dilê wî di hemû şiverêyên çiyayên Kurdistanê de lêdida. Ew di wan şivereyan de ber bi asîman, ber bi stêrk, ber bi heyvê û ber bi asoyên nû dimeşiya. Şiverêyên dilê wî ew ber bi bîranînên gerîlayan de dibir. Ber bi nêrîn û awirên dozekê de dikişkişand. Divê bibihîsta, divê bidîta, divê şahidî bikira û qeyd bikira ew dîmen, ew awir û nêrînên xweşik. Her dîmenê ku ji ber çavên wî bireviyana, wî dê xwe sûcdar hîs bikira ji bo wan. Her kêlî û gava gerîlatiyê xweşik û dilsoz bû li ber dilê wî. Diviyabû ew van kêliyan zeft bike an na, ji kerba xew wê lê biherimiya! An na, çiya wê jê bixeyidiyana. An na şiverêyê wê ew di nîvê rê de bihêlana. Ji bo herikîna wî her berdewam bûya, pêwîst bû wî ew kêliyên zêrîn zeft bikirana û di çarçik ango vîzora xwe de kompoze bikirana. Xelîl bi şev û roj li dû vê yekê bû. Bi gotina hevalên wî Xelîl, Ferhadê çiya bû û çiya jî Şîrîn bûn li ber dilê wî. Dilê wî jî bi qasî dilê çiyayekî. Bi qasî bedewiya pezkoviyekê. Bi qasî herikîna ava zê.
Şîrînê ber dilê gerîla bû
Ji lewre ye Xelîl jî Şîrîn e li ber dilê gerîla û Kurdistaniyan. Di nav gerîlayan de delaliyê çiya ew bû. Di nav gerîlayan de dîmenê xweşik ew bû. Ew û çiya cêwiyê hev bûn ku Kurdistanê ew welidandibû. Li vir xwe nas kiribû, li vir ji nû ve hatibû dinê. Di hembêza çiyayan de ji xewa giran şiyar bûbû. Bi dîrok, çand û şaristaniyeke qedîm re rû bi rû mabû. Wî bi xwe digot, roj bi roj kesayetek nû derdiket holê li van çiyan. Ji bo vê yekê wî paşnavê xwe kir ÇIYA û ev çiya bû nasname û kesayeta wî. Kesayetek di tehma kulîlkan de, kesayetek li gor rûbarên bi coş diherikîn, kesayetek li gor şoreşa ku ew tê de bû. Kesayetek li gor têkoşîna ku wî bi rê ve dibir. Ji lewre wî digot, “Em êdî dev ji riya xwe, ji sekna xwe û ji nêrînên xwe bernadin. Ji ber ku ev cara yekemîn e ku em ji labîrentên xwe rizgar dibin û li asoyên xwe dinêrin.” Ev bi salan bû ku mêtingeriyê civak di nav labîrentên xwe de fetisandibû. Asoy ji holê rakiribûn. Kesayet xesandibûn di tarîtiyê de. Bêguman çiya, asoyên nû bûn ji bo wî, asoyên bêdawîtiyê ku ew her kêlî li dû bû. Çiya, asoyên xwebûnê ango hebûnê bûn ji bo wî û gerîlayan hemûyan. Ew hemû li vir dibûn xwedî nêrîneke bêhempa. Nêrîna Xelîl jî bû belgefilmên çiya, Kurd bi wan belgefilman bûn xwedî sekn û bawerî. Bûn xwedî huner. Asoyên nû nas kirin. Dilen nû û wêrekiyên nû naskirin. Riya ku ew û hevalên xwe tê de dimeşiyan hin rêçikên din vekirin ku hê jî em Kurd di wan rêçikan de dimeşin. Di wan awir û nêrînan de li kesayeta xwe digerin.
Wî çiya nîşan da
Ramangerê sînemayê Ulus Baker, di nivîseke xwe de dibêje, “Sînema ne mecbûr e vebêje lê mecbûre nîşan bide.” Belkî ev hevok herî zêde ji bo Xelîl û hevalên wî lê ye. Li ser jiyana gerîlatiyê û çiya bêguman gelek tişt dihatin gotin û mirovan gelek tiştên ciyawaz dibîhistin. Çi baş çi xerab, lê tenê me dibihîst an jî dixwend. Lê nîşandan… ha ew pir qels û kêm bû! Mirov dikare bibêje ku qet tinebû. Tenê me dibihîst lê kesî zû bi zû tiştek nedidît û ji xwe ew derfet qet tine bûn. Ji roja Xelîl çiya nas kir û pê ve, ew li hember vê jiyan û têkoşîna bêhempa matmayî mabû. Pêwîst bû ew bi awayekî van tiştên wî dîtî, nîşan bide. Ev yek ji bo wî berpirsyariyeke dîrokî bû. Kes jî ne mecbûr bûya, ew mecbûr bû. Ji bo ev tişt pêk were, ji xwe re li rêbazekê digeriya. Ew xwedî vîzyoneke hêja bû. Ha gava ku ew li vê rêbazê digere, bi carekê sînema tê wî dibîne, ji wê rojê û pê ve, ew nîşan dide. Belê dibe ku îro ew ne bi me re be, lê dîmenên wî di dilê me de hê jî zindî ne, wek awir û nêrînên wî. Dilê wî bi me re ye. Ew bi xwe van hîsên xwe wiha tîne ziman, “Tiştên ku wênekêşa min negirtibûn, qelbê min ew tişt girtibûn. Min ji wan re digot, wêneyên qelbê min. Tiştên heta niha min zeftkiribûn, tiştekî biçûk yê vê jiyan û şoreşê bû. Her roj wêneyên dilê min zêdetir dibûn…min ê çawa ev wêne hemû zeft bikira û min ê çawa nîşanê kesan bidaya!? Û sînema bi carekê derket hat…”
Li her welatî di hin pêvajoyan de ji bo hin kesan sînema bi carekê derdikeve û wan dibîne. Tevgera dîmenan û rêzkirina dîmenan kelecaneke mezin xistiye dilê gelek sînemagerên wek Xelîl. Dîroka sînemayê bi van çîrokan tije ye, gelek kes bi nasîna kamera û sînemayê dixwazin hin tiştan nîşan bidin. Tenê sînema derfeta nîşandayinê dide wan. Înca, hin kesan di nav bêderfetiyan de derdê xwe vegotine bêyî budceyên mezin. Ji ber ku ew xwedî xemên girîng bûn, tenê fikir û kamera têra wan kiriye û tiştên di dilê xwe de girte bi girte neqişandine. Ji bo vê rewşê di sînemayê de ekol û biwêjên nû hatin afirandin û “sînemaya gerîla” hat gotin ji bo rewşên wiha re. Di nav derfetên biçûk de bi rê û rêbazên gerîlatiyê çêkirina filman. Bi derketina kamerayên biçûk û dijîtal re ev raman bêtir fireh bû û gelek kesan xem û derdên xwe bi dîmenan vegotin ango nîşan dan. Lê yê Xelîl ji van cudatir bû. Ew bi xwe gerîla bû û di nav gerîlayan de têdikoşa û dîmen digirtin. Bi gotineke din wî resterast “sînemaya gerîla” pêk dianî û lehengên wî jî tev gerîlayên jidil bûn. Jixwe, sinemaya gerîla herî baş li serê çiyayan dikaribû teşe bigire û tiştên nû li xwe zêde bike. Bi vê baweriyê ew jî bi rê û rêbazên gerîlatiyê bi sînemayê re mijûl bû û filmên bêhempa derxistin holê. Xelîl, ji bo vê rewşê digot, “Tenê rêhevaltiyek me û kameraya me heye.” Jixwe ji bo “sînemaya gerîla” tenê ev du tiştên sereke pêwîst bûn. Heger ev hebûna fîlm jî derdiketin holê. Fikir û nêrînên xurt bi awayekî dibûn filmên bi hêz. Tîrêj, Eyna Bejnê, Nepeniya Rûyên Me, Firmêskên Av Zê, Dema Jin Hez Bike û Berîtan li ser vê bingehê derketin holê ku di nav sînemaya Kurdî de hê jî filmên herî zêde hatine temaşekirin in. Bi afirînerî û wêrekiya xwe Xelîl bû çavekî çê yê Kurdistanê. Bû awirekî xurt yê Kurdistanê. Ji lewma ye, Xelîl roniya çavên me Kurdan e. Ew çarçika me ya hunerê ye ku divê em xwe tê de bibînin û nas bikin.
Tenên bibim Xelîl ez ê bextewer bim
Ji bo jiyana gerîlatiyê baş were nîşandan, lehengên ser çiya baş werin naskirin, têkoşîna wan li darê dinê were zanîn û bihîstin ew jî bi dû hêza sînemayê ket û jê bawer kir. Sînema ji bo wan derfeteke mezin bû, wî jî bi van hestan digot, “Ha sînema ev derfet da me. Em deydarên vê têkoşîn û dîrokê ne. Di her kêliyê de me şahidaya vê yekê dikir, her roj… Sînema ew rê da ku em karibin şahidiya vê jiyanê bikin, bidin nîşandan û ragihînin mirovan. Sînema ji bo me şêwazeke îfadeyê, vegotin û ragihandinê ye. Di nav hîsên wisa de me dest bi ‘sinemaya çiya ‘ kir… Sînema ji bo me wek tiştekî mecbûrî bû êdî… û di nav van şert û mercên çiya de çi dibe bila bibe divê me pêk bianiya… li vir em fêrî vê rastiyê bûn.” Bêguman ew mecbûr bûn nîşan bidin, bikin belge û arşîv. Ew mecbûr bûn şahidiya doza xwe bikin û dîmenên şoreşê qeyd bikin, ji ber ku heya niha ti kesî dîmenên şoreş û serhildanên Kurdan qeyd nekiribûn. Kurd bê arşîv û belge bûn. Ji ber vê yekê dîrokê em Kurd avêtibûn quncikekê û li wir em ji bîr kiribûn! Di vî warî de jî gaveke mezin bûn filmên Xelîl û hevalên wî. Belê, ew ne Ferhad ne jî Mecnûn bû ew Xelîl bû. Xelîlê Çiya, Xelîlê me. Ji ber wê, wî jî digot, “Ne Ferhad ne jî Mecnûn, di vê peywira zor û zehmet de tenê karibim bibim Xelîl ez ê pir bextewer bibim.” Ew wek dîmenên xwe dilnizm bû û li ber çiyayê Kurdistanê her tim bejna xwe ditewand bi dilgermî. Çiya û hevalên wî yên gerîla jî ew pêşwazî dikirin û di hembêza xwe de vedijandin.
Filmên wî, belgefîlmên wî, klîbên wî, hemû wêneyên wî xwediyê aurayekê bû. Di dîmenên wî de kesayet û pîvanên wî xuya bûn, ev yek eşkere bû û li ber çavan bû. Wisa diyar e, em ê hêj gelek li dîmen û wêneyên Xelîl binêrin û wî bi bîr bînin. Em ê her bihar bi bêhna sosin û guldexwînan te bi bîr bînin. Em ê her bihar asoyên te li asoyên xwe zêde bikin û te dilê çiyayên Kurdistanê de ji nû ve vejînin. Em ê her bihar ji labîrentên xwe rizgar bibin û asoyên nû peyda bikin. Ji bîr neke û xeman nexwe tu gerîlayê sînemaya me yî yê ku di her awirekî de bergehek nû nîşanî me dide.
Erê Xelîl,
Niha wêneyê qelbê me yê herî dilsoz î tu.
Niha wêneyê qelbê me yê herî pîroz î tu.
Niha wêneyê qelbê me yê nemir î tu.