
Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO, muzîkjenê Kurd Nesir Şemme wek ‘Hunermendê Aşîtiyê yê UNESCO’ pênase kir. Muzîkjenê Kurd Şemme ji bo xebatê xwe yên li ser nirxên muzîkê, diyaloga di nava çandan de û parastina mîrate ya muzîkê hêjayî vê pênasê hatiye dîtin. Gerînende yê Giştî yê UNESCO yê Irîna Bokova di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê dayî de diyar kir ku ji ber ku Şemmê ji bo perwerdekirina muzîkê ji ciwanan re bûye mînak, ev pênase danê.
‘Muzîk dermana li dij tundiyê ye’
Şemme li dijî tundiya li warê xwe bi da xwe têdikoşe. Muzîkjenê ji Kurdên Feyê ji AFP re axivî û got: “Muzîk dermana li dij tundiyê ye. Ji bo mirovan aşîtî û wekheviyê bi dest dixe.”
Şemmê uda xwe jî wiha teswîr kir. “ Ev bextê min e. Ez bi uda xwe ji bo mirov û dinyayê hestên xwe yên ji bo jinê diyar dikim. Ew şaneşîna ku li jiyanê dinêrim, me.”
Dibistanên udê vekirin
Şemme ne tenne li udê dixe di heman demê de hewl dide ku wê hînê xelkê jî bike. Lewma ji ber vê yekê pêşî li Kahîrê dû re li Abû Dabî û Îskenderiyê dibistan vekirine. Muzîkjenê ku diyar dike wê muzîk zarokan ji tundiyê pakijbike dibêje: “ Lêxistina udê zarokan bi tavahî vediguherîne. Wextê ku tên vir bi zimanê kolanê diaxivin. Lê piştî bi salekê axaftina wan, nêzîkatiya wan a li gel malbata wan dirûvê xwe diguherîne.”
Ji zindanên Sedam ber bi xelata UNESCO’yê ve
Nesir Şemme Kurdekî Feylî ye û di sala 1963’êyan de jidayîkbûye. Di sala 1987’an de li Bexda yê ji Enstîtuya Muzîkê ya Bilind perwende dibe. Li Iraqê wek muzîkjenê herî baş hatiye hilbijartin û bi bernavkê ‘Gurê udê’ tê nasîn. Her wiha Nesir ji hunermendên herî baş ên neyê li rojhilata navîn tê zanîn. Nesir di zindanên rejîma Sedam de gelek caran dibe hepsî û di sala 1993’an de neçar dimîne ku ji welatê xwe koç bike. Hunermendê ku ji bo gelek projeyan serkêşiyê dike piştî koça cara ewil di sala 2012’an vedigere Iraqê û diyar dike ku dixweze xelata xwe ya UNESCO bike fersend ji bo xebatên xwe.
BEXDA