Rejîma Îranê jî çi niha û çi jî beriya şoreşa 79’an bûye yek ji wan welatan ku girtîgeh bûye nanê ser sufreya mirovan û di gelek lorîkên dayîkan de mirov rastî peyvên girtin û kuştinan tê. Gelek zindanên kûr û tarî ku berê rejîma Şah bikar dianî îro heman avahî û ji wan xirabtir jî têne bikar anîn. Di Îranê de herçiqas tevgerên rizgariya gelan serî rakirine bi şêwazên gelekî hovane hatine tepeserkirin. Îran di aliyekî de hêlîna şoreş û serhildanên gelî bûye û ji aliyek din ve jî bûye hêlîna girtîgehên zilmê. Gelên Îranê salane bi vê rastiyê re jiyane û bûye parçeyek ji jiyana wan. Bêguman gelek partî, rêxistin û kesayetên siyasetmedar, hunermend û wêjevan çi jin û çi mêr di van girtîgehan de hatine kuştin û bê serûşûnkirin. Ya rast Îranê hertim hewil daye tevgerên dijberî xwe ên azadîxwaz di girtîgehan de marjînal, bêngen û bifetisîne û heta astekî jî şêwazek bi vî rengî encam jî daye. Bi awayekî girtîgeh bûye gortistana fikir û ramanên azadîxwaz a gelên Îranê.
Bêguman gelê kurd jî para xwe ji van kiryarên hovane girtine. Bi taybet piştî hatina Xumeynî a ser desthilatdariyê gelek kurd di girtîgehan de bi şêwazên herî hovane hatin qetilkirin. Tê bîra min dapîra min hertim digot Xumeynî mêr di gundê me de nehişt hemû zincîr avêt dest û lingê wan a bixwe re birin, paşê jî gelek ji wan vengeriyan! Piştî ewqas dardakirin, şiknece û girtinan êdî civak tevizîbû û gotin di cih de be ber ruhdayînê bû. lê belê bandora tevgera azadiya kurdistanê li bakûrê Kurdistanê û bi taybet li girtîgehan wek ku careke din ruh bide ber laşên ku ber candayînê ye. ruhê berxwedêr ê Apoyî dîwarên gelek celadan şikandiye. Gelek tevger, rêxistin, hunermend û wêjevan di girtîhêen rejîma Îranê de rastî gelek şikenceyan hatine ji bo ku dest ji fikrên xwe yên azadîxwaz berdin. Gelek ji wan koçber bûne û çûne derveyî welat û bi vî awayî tevger û rêxistinên siyasî, civakî û hunerî di Îranê de di bêdengiyekê de maye û di cihê xwe de sekiniye. Felsefa berxwedana Apoyî çawa ku dîwarê zilmê li bakûrê Kurdistanê şikandiye li parçeyên din jî ev ruh civaka kurd li ser piyan hiştiye. Gelek balkêşe ku di nava girtiyên li zindana Ûrmiyê de şoreşgerên li her çar parçeyên Kurdistanê hene. Ya rast ew nûnertiya ruhê berxwdaniya hemû parçeyan dikin û ji bo wê jî rejîma Îranê wê nekaribe vê rastiyê marjînal û têk bibe. wek ku Îranê gelek caran di kesayeta gelek mirovan de hewil daye vîna tevgera wan têk bibe, dixwaze di kesayeta girtiyên Ûrmiye de jî vîna berxwedêr a kurdan li hemû parçeyan ji nedîtî ve were. Di nava wan girtiyan de şoreşgerek bi navê Kemal heye ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye ku ger mirov bêje dîsa Kobanêyek din li Ûrmiyê li ber xwe dide û çavê mirinê kor dike, şaş nabe. Êdî hemû Kurdistan li Ûrmiyê li ber xwe didin ji bo wê jî têk naçe, tine nabe, marjînal nabe, wek ku Îran difikire. Rê û resm û çanda berxwedaniya bi hezaran qehremanan li ser dîwarên wan girtîgehan maye, herçend celadan bi caran ew dîwar reng kirine ji bo ku vê rastiyê veşêrin. Dibe ku rengê qelema reş spî bibe û xuya neke lê ger ruhek xwedî rengê hebûna xwe be, ti rengek din nikare wê veşêre. Ew celadê biçe û yeke din were lê ew ruhê her zindî bimîne, mînaka wê ya herî ber biçav jî bakûrê Kurdistanê ye. gelek kesên wek Şîrîn û Hêmin hatin daredekirin lê girtiyên Ûrmiyê îro di şopa wan de dimeşin. Wê demê ne Şîrîn û ne jî Hêmin mirîne, ew jî li kêleka wan nefesa jiyanê didin rêhevalên xwe.