
Şoreşgerên enternasyonalîst Uta Schneidenbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) di salvegera 10 an a şahadeta wan de li paytext Berlînê ji aliyê jinan ve hatin bibîranîn. Di bîranîna ku di parka Humboldhein de hate lidarxistin de komeke jinan ku nav de heval û naskiriyên Schneidenbander jî hebûn, beşdar bûn.
Hevseroka NAVDEM ê Aslîhan Sûzer Çîçek ku di heman demê de hevala Schneidenbangerê bûye axaftina vekirinê kir û wisa jî bernameyê bi rê ve bir. Sûzer di dema axaftina xwe de hestiyar bû, wisa jî anî ziman ku wan bi wendakirina herdu şoreşgeran re nirxên bilind ji dest dane, lê di heman demê de ew ji bo jinên Kurd jî bûne sedema bawerîyê û bêtir girêdana bi şoreşê ve. Li dû Sûzer li ser navê Meclîsa Jinan DESTDAN ê Safiye Erol axivî, Erol jî di axaftina xwe de li ser taybetmendî û cihêrengiyên Uta Schneidenbanger sekinî û da zanîn wê berê di nav çepên radîkal yên Almanan de kar kiribû, lê bi nasîna Tevgera Azadiya Kurd re beşdar bû, heta şahadetê jî bi bîr û baweriyeke bêveger ve li xebata xwe berdewam kir.
Enternasyonalîzm dîroka mirovahiyê ye
Li ser navê Platforma HDP ê ya li Berlînê jî Şehnaz Îldan axivî. Îldan di axaftina xwe de li ser girîngiya têgiha înternasyonalîzm ê sekînî û da zanîn ku kevneşopiya cangorîtiya înternasyonalîstî bi qasê dîroka mirovahiyê kevin e û ev feraset wê heta hetayê jî berdewam be.Emel Gulo jî li ser navê YJA STAR ê axivî. Gulo jî diyar kir ku di tu şoreşên dinê de bi qasî şoreşa Kurdistanê jinan herwisa jî jinên înternasyonalîst beşdarî li têkoşînê nekirine û ev jî berhema bêhempa ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Şervîn Nûdem jî derbarê hizir û baweriyên herdu şoreşgeran de hin têbiniyên ku bi wan re jiyabûn pêşkêş kir. Nûdem bi bîr xist ku di dema ji şoreşgeran re digotin: Herin malên xwe rûnin, ji xwe re bizewicin! de ku xeteke wisa ya tasfiyeyê derketibû holê wan gotin: "Na, em bi xeta Tevgera Azadiyê bawer in, ev xet riya herî rast e” û li dijî belavkirina nirxên şoreşê sekinîn." Şervîn Nûdem di dawiya axaftina xwe de pirtûka ku li ser bîranîna Schneidenbanger hatî nivîsandin da nasîn û nirxandinên wê yên di konferansa PJA yê de kirîbû, xwendin.
Li dû axaftinan hunermend Bêrîvana Çiya û Koma Arîn a Zarokan stranên Kurdî yên Uta bi xwe jî hez kiribû û gotibûn, pêşkêşî girseyê kirin.
Rêhevalên Uta axivîn
Nûrsel Sevîm: Di sala 2000 an de hatim Almanyayê. Gava min ew dît gelek bandora wê li min çêbû. Almanek di xizmeta jin û gelê Kurd de bû. Li welat me hizra tiştên wiha nedikir. Piştre em tim bi hev re bûn, di her xebatê de gazî me dikir.
Seda Akter: Min jî beriya salan Utayê nas dikir. Bi rastî dîtina wê heyecanê dida min. Almanek bi şev û bi roj ji bo gelê me kar dikir. Nimûneyeke nirxbilind bû. Herwisa Amara jî wek Tirkekê di nav me de têkoşiya û canê xwe kir gorî.
Cîhangûl Ballikaya: Min ew li komeleyê nas kir. Ji ber ku ez Elewî û Zaza me, têkiliyeke germtir dida nîşanê min. Elewî û Zaza pir bala wê dikişandin, ji Zazakî gelekî hez dikir û heyrana Dêrsimê bû. Ji min re got: “Pir dixwazim li Dêrsimê bijîm, eger ev nebe û ez mirim, min li Dêrsimê binax bikin”. Uta bi her cûre pirsgirêkên me re têkildar bû, keda wê li ser her malbat û jinên Kurd yên li Berlînê heye. Wisa jî fêrî stranên Zazakî jî bibû û digotin.
Aslîhan Sûzer Çîçek: Ji Kurdan hez dikir, ji xwezaya Kurdistanê gelek hez dikir û herî dawî bû cangoriya wê axê. Ez hêvîdar im ku emê di 7 ê Hezîranê de jî bi ser bikevin, rihê hevalan jî şad bikin û keda wan pîroztir bikin.
Sînem Elçî: Me bi hev re di nav Koma Keskesor a jinan a muzîkê de kar kir. Hevaleke pir delal bû, dengê wê jî pir xweş bû, gelek stranên Kurdî ji ber kiribû û bi me re jî digotin, bi Kurdî jî diaxivî. Wek Almanek ji a Kurdan jî bêtir bi doza azadiya Kurdistanê ve girêdayî bû. Uta bi wî dilê paqîj nedikarî bê têkoşîn bisekine.Dibînim ku Kurd jî lê derdikevin, ez pir dilşad dibim.
YEKO ARDIL/BERLÎN
Amara bi beybûnan ve hate bibîranîn
Ekîn Ceren Dogruak (Amara) a di 31’ê Gulana 2005’an de li Herêma Federal a Kurdistanê di qezayê de jiyana xwe ji dest da; di 10’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya Karşiyaka ya Enqereyê hate bibîranîn. Bavê Amara Nurset Dogruak, dayika wê Hulya Dogruak, Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, Komeleya elewiyan a Demokratîk û Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes beşdarî merasîma bîranê bûn.
Kesên hatin bîranînê beybûnên ku Amarayê gelek jê hez dikir danîn ser gora wê. Merasîma bîranînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demoksariyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Bêyî Amara 10 sal derbas bûn
Bavê Amarayê Nusret Dogruak li ser gorê axaftineke kurt kir û wiha got: “Îro deh sal derbas bûn ku me keça xwe şandiye stêrkan. Ev 10 salin we qet em tenê nehîştin. Ne tenê îro me her roj we li cem xwe hîs kir, we hemû derd, şadî û fikarên me parve kir. Ez ji we hemûyan re spas dikim.” Merasîma bîranînê piştî ku dayik û bavê Amarayê kevirê gora keça xwe maçê kirin bi dawî bû û kesên beşdarî bîranînê bûn, ji goristanê veqetiyan.
ENQERE