Komeke ji jin û zarokan ji bo bêhnvedanê UTAMARA hilbijartin. Ev kom pênc rojan bi hev re ma. Kom rojekê bi treneke dîrokî hilkişiya çiyê, dûre li daristanê meşiya. Rojeke din jî bi keştiyê derbasî Remagenê bû û li cihên dîrokî geriya. Rojên din jî li Lînz û derdora wê geriya. Rojekê jî li ser mijara 'Stres çi ye? Rê û rêbazên li hemberî stresê çi ne?' ji bo jin û zarokan semîner hat dayîn. Bi hêviya kombûneke din a bi heman rengî jin û zarokan xatir ji Navenda UTAMARA xwestin. 


 ANF / BONN