Komîteya Çand-Hunerê ya KCK’ê Tev-Çandê, derhêner, kedkarê çapemeniyê û wênekêşê gerîlayan Halîl Uysal(Halîl Dag), ku di 1’ê Nîsana 2008 de li Botanê jiyana xwe ji dest dest da û Erdogan Kahraman ku di 27’ê Adarê de li hemberî komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir,li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîllayan ve hatin bîranîn. Bi dehan gerîlla tevlî merasîma bîranînê bûn.
´Bi hunera xwe hêz dan şoreşê´
Di destpêka merasîmê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Endamê Komîteya PKK’ê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Sabrî Tendurek di merasîmê de axivî û got; “Halîl û Yekta bi hunera xwe hêz dane şoreşê.”
Li hemberî qirkirina çandî bang
Endamê Koordînasyona Tev-Çandê Cîhan Eren jî li ser navê Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê axivî û bal kişand ser qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd û hûnera kurd tê meşandin. Eren destnîşan kir ku hunermendên şoreşger Halîl Ûysal û Yekta li hemberî vê yekê helwest û têkoşîneke şoreşgerî dan û bi kar û hunera xwe ji her kesî re nîşandan ku divê hunermend li kî derê cih bigire. Eren li hemberî polîtîkayên qirkirina çandî ya AKP’ê bang li hunermendên Kurd û Tirk kir û bi wîcdan tevbigerin û cerdevantiya çandê neyê kirin.
Piştî axaftinan helbestên Halîl Ûysal hatin xwendin.Di dawiya merasîmê Koma Awazên Çiya ji bo bîranîna Ûysal û Yekta stran gotin.
Li cihê merasîmê pêşengeha wêneyên Halîl Uysal a bi navê “Wêneyên Dilê min” jî hate vekirin.
ANF/ZAGROS