Vakkas Korkmaz (Rizgar Adiyaman) ku li gundê Til Hefyan ê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, li Londonê hate bibîranîn.
Vakkas Korkmaz Nîsana sala 2015’an li dijî çeteyên DAIŞ’ê di şer de şehîd bûbû. Korkmaz li paytexta Ingilîstanê Londonê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate bibîranîn. Bav û dayika Kokrmaz û gelek Kurdistanî tevlî civîna bibîranînê bûn.
Piştî rêzgirtinê ji bo bibîranîna şehîdan sînevîzyonek ji wêneyên Korkmaz hate nîşandan.
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd, Mehmet Kardû, endamê meclîsê Alî Poyraz û berxwedêrê greva birçîbûnê Îmam Şîş li bibîranînê axivîn û banga xwedîderketina li mîrateya şehîdan û mezinkirina têkoşînê kirin.
Di dawiyê de nûnerên PYD’ê yên li Ingilîstanê sertîfîkaya şehadetê ya Korkmaz radestî dayik û bavê wî kir.
LONDON