Valî got, Malîkî û rêveberiya Iraqê nekaribûn krîzê kontrol bikin ji bêr vê yekê pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Valî diyar kir ku ji ber biserneketina polîtîkayên Îranê ev krîz derketiye holê û got: "Îran heta niha di polîtîkayên dijberiya Amerîkayê de bi ser ket. Lê piştî ku DYA ji Iraqê vekişiya, polîtîkayên hevpar ên navbera Îran û Malîkî, di navbera gelek koman de dijminahî afirandiye. Ji ber vê yekê Îran polîtîkayên xwe diguherîne."
Valî îşaret bi aloziyê kir û got, kurd neçar in parastina hevpar pêk bînin û wiha pêde çû: "em dizanin ku bi tenê cîhadî, DAIŞ filan li vir nîn in. Ew bi hev re hevkariyê dikin. Hêzên rejîma BAAS'ê yên berê di artêşê de hevkariyê dikin, li hemberî rêveberiya şîî ne. Niha Iraq, Erebîstana Siûdî, hinek welatên Kendavê û Îran şerê hev dikin. Li ser vê dikê, dengeya ku derkeve holê, wê gelek tiştan peyde bike û îhtîmal heye ku hêz û serkeftinên Iraq, Îran û Suriyeyê bên sînordarkirin."
STENBOL