QSD: Me DAIŞ li Baxozê bi bin xist. Di destê QSD´ê de 12 hezar terorîst li dehan hepsan ragirtî ne li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Ji kerema xwe, welatiyên xwe bibin da ku pêşî li felaketekê bê girtin.

QSD´ê bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ´ê ji bo dadgehkirinê bibin. Rêxistina Emerîkî ya şopandina azadiya dînî USCIRF´yê jî bi bîr xist ku heta niha ti DAIŞ´î ji ber kolekirin û firotina mirovan nehatiye dadgehkirin.

Li Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî, piştî ku Adara îsal DAIŞ di warê eskerî hat bibinxistin, 12 hezar endamên çeteyê dîl ketin destê QSD´ê. Bi hezaran ji van jî ji welatên din in. Ji Ewrûpayê jî qederê hezar DAIŞ´iyî di destê QSD´ê de ne. Ji ber statuya navneteweyî ya Rêveberiya Xweser destûrê nade, derfetên wê kêm in û ambargo li ser e, hem ragirtina van 12 hezar DAIŞ´iyan, hem dadgehkirina wan û hem jî ragirtina malbat û zarokên wan li kampan barekî gelekî giran e. Ji ber vê yekê hem rêveberiya xweser û hem jî QSD gelek caran banga wergirtina DAIŞ´iyan li welatên wan dike bi şertê ku wan ji ber sûcên şer û li dijî mirovahiyê dadgeh bikin.

Navenda Koordînasyon û Operasyona Leşkerî ya QSD´ê daxuyaniyek da û gelek welatên rojavayî yên ku endamên çeteya DAIŞ´ê ji welatê xwe wernagirin, hişyar û rexne kir. QSD´ê got, “Beriya bi 188 (îro 189) rojan DAIŞ li Baxozê hat bibinxistin. Lê herçî mijara vegerandina endamên çeteya DAIŞ´ê ber bi qederê 60 welatên jê tên e, da ku li wan ji ber terorîzmê û sûcan derkevin pêşberî dadgehê, heta niha tiştekî zêde çênebû. Di destê QSD´ê de 12 hezar terorîst li dehan hepsan ragirtî ne li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Ji kerema xwe, welatiyên xwe bibin da ku pêşî li felaketekê bê girtin.”

QSD´ê doh her wiha ragihand ku di operasyona 26´ê Îlonê êvarê de li devera Suwar a Dêra Zorê 5 DAIŞ´iyên din hatine girtin.

Dijminên mirovahiyê nehatin dadgehkirin

Li aliyê din USCIRF´yê yanî saziya Emerîkî ya ser bi hikûmeta federal ve ya şopandina azadiya dînî, dadgehnekirina endamên çeteya DAIŞ´ê bi gotinên rêvebera Weqfa Azad a Êzîdî Parî Ibrahîm bi bîr xist. Parî Ibrahîm dibêje, “Heta ku dewleta çeteya DAIŞ´ê hilweşiya, Êzîdî fizîkî û bedenen dibirin bazarên koleyan, li wir endamên DAIŞ´ê mirov li bazarê dikirîn û difirotin… Heta niha ti doz, li ti dera dinyayê ji bo van kirinan neçûye ber dadgeriyê.”

Hem daxuyaniya QSD´ê û hem jî ya Parî Ibrahîm heyatîbûna meseleya dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ´ê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê nîşan dide.

 

NAVENDA NÛÇEYAN