Koban bi van cenagweran îro, di dîroka şer û şaristaniyê de, nexşeya azadî û dmeokrasî bi xwîna xwe dixemilîn û wê weke xelat jî radetsî mirovahiyê bikin.
DAIŞ, naziyên Rojhilaya Navîn in. Ocalan ew weke JITEMa Rojhilata Navîn bi nav kirin. DAIŞ, ne rêxistinek civakî ye, kontrayî ye; ne tenê mirovan dikuje, kultur, şaristaniyê jî dikuje: Mirovahî û nirxên mirovahiy dane ber şibaqa xwe. DAIŞê, da xuya kirin ku bi şerê duyemîn yê cîhanê faşîzm ji holê ranekiriye. Balkêş e, gelê Kurd herî dijwar 40 sal in faşîzmê dijî. Kes nabîne. Vaqanivîsên demê jî korûkerrende ne, wek mirovên li kolanan tevdigerin.
Mari-A. Macciocchi, faşîzmê ji waqayek dîrokî bêhtir, waqayek polîtîk dibîne. Qirkirina kulturî rengekî faşîzmê ye, kuştina şaristaniyê jî rengekî din yê faşîzmê ye. Dema ku Ocalan DAIŞ, bi JITEMê bi nav kir, guman dikim xwest balê bikişîne ser vê mijare. JITEM kontra ye, Hitler kontrayên SS, Mussolînî jî kontrayên gomlek reş ava kiribûn. Tirkiyê jî JITEM... Di şerê Kurdistanê de, taybetmendiya dewleta Îttîhadî di vî rengî de derkete pêş. Şerekî bi ciwamêrî nekir. Kurdan ev rastî bi vegotinek nû û nirxandinek nû kir. Ocalan di vaqanivîsa kurd ya nû de destpêk e. Lê intelijansiya Kurd dudilî tevgeriya, qels û lewaz ma, geh li alif û delavê dewletê da, geh li nexza Tevgera Kurd da. Intelijansiya Kurd hîna nebûye vaqanivîsên şerê azadiya Kurd.
Vaqanivîsên Naziyên Almanya Cihu ne!..
DAIŞ, li Şingal û Kobanê ne tenê tehlokeya faşîzmê ye.
Ji tehloke wêdetir e. Rastiya dîrokê gelek tiştan eşkere dike; sed sal in Kurd vê rastiyê dijîn!...Cîhana Global, di vê rastiyê de dereng ma. Li Şingalê Kurd hatin qirkirin, li Kobanê, dihate xwestin hebûnek, nasnameyek, dîrokek, sîstemek, ked û xwîna 100+40 salî werê kuştin. Koalisyona Navneteweyî waqayek derengmayî ye!. Hatina Pêşemergeyan ya li Kobanê jî waqayek derengmayî ye. Ev vaqanivîs in û Kurd jî mîna Cihuwan mecbur in binivîsin. Qirkirina gelan tenê bi êş-azara vijdanî nayê vegotin. Cihuwan ev yek qebûl nekir. Ermeniyan jî ev yek qebûl nekir.
Beşek ji siyastemedarên Suryanî ketin vê şaşiyê. Kurdan li Şingal û Musilê dane xuya kirin û ew jî qebûl nakin. Ocalan, şerê li Kurdistanê, weke “dansa agir” bi nav dike. Vê jî bi gotina “nirxê şoreşê azadî ye” temam dike. Li hemberî şewatê dans... Granscî, balê dikişîne ser demjiyanên dîrokê yên reş-tarî. Ji bo ronîkirina vê reşûtariyê, hêvî şoreş e. Şoreş li hemberî çi, li hemberî kê? Ji bo dîtin û fêmkirina vê, pêdivî bi çavên mêjî heye. Ocalan, biqasî felsefeya praksîs xwest felsefê bikê malê Kurdistaniyan. Xwest bibe bingeha polîtîqê, bibe stuna hişmendiyê. Daxwaz gihiştina armancê bû, ji bo vê jî pêdivî bi ked û hewldana bedenî, ruhî û têkoşîna canfedayî heye. Ev teva bêyî hişemdniya bi feklsefê qewî-stewihandî heye. Henry Lefebvre, felsefeya praksîs weke hewldana şoreşgerî dibîne. Louîs Althusser, bîrdozeke di pratîkê de dinirxîne. Ocalan û Satre di vê mijarê de digihine hev û felsefeya praksîs formulasyona pratîkî dibînin; di zanistê de, wek polîtîk û huner binavdikin. Di organîzasyona civakî de hewldan û çalekiyên guhertinê.
Kobanê ev dîtin, pêşniyaz û formulasyon rast derxistin.
Vaqanivîsiya Kurd û Kobanê
Koban dîrokê dijî. Koban tixubê dawî yê hişmendiyê ye. Berxwedana Kobanê tenê destîniya gelê Kobanê diyar nake. Ji bo vê jî Koban dîrokê dijî û dîrok di Kobanê de dijî. Ev gotina Ocalan navdar e. “Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartî ne.” Kehanet ji vê re navê; vaqanivîsên Stalingradê jî, yê Troya jî bûne rastiya kehanetê. Şerê bajaran hinekî şerê segvanî ye. Di Stalingradê de segvanên weke Vasily Zaytsev, Lyudmila Vasily Zaytsev navdar in. Segvanên di parastina Kobanê de jî navdar in. Heta niha navê kalê 67 salî Nemir derketiye pêş. Lê bi sedan segvanên jin û mêr hene. Ev xisleta pîroz û maqulî ya cengawerên Kurd e, ku 40 sal in destanana dinivîsin, navê xwe dernayêxin pêş. Destanê Zap yek ji wan e, lê lehenga û destanên wê ne diyar in. Ev bûyera dîrokî tenê di ajansên nûçeyan de man. Ev, ragihandin belge bin jî, ne vaqanivîs in. Rojnivîsên cengawerên wê demê hîna veşartî ne. Dema ku vaqanivîs bûne destpêka çîrokan, navdarî dest pê dike.