Arşîva Veşarî di sala 1612 de li Palazzo Apostolico ji aliyê Papayê V. Paolo ve hatiye avakirin û di nava van belgeyên veşarî de, belgeyên der barê qirkirina ermeniyan ên ku heta niha li tu deverên cîhanê nehatine peydakirin jî hene.
Berpirsê aşrîva Vatîkanê Monsinyor Sergio Pagano, ji bo danasîan pêşangehê civînekê li dar xist û bal kişand ku yek ji belgeyên herî balkêş jî der barê qirkirina ermeniyan a ji aliyê tirkan ve pêk hat de ye.
Pagano der barê belgeyan de agahî da û got; “Gava ku ez belgeyên der barê îşkence û pêkanînên tirkan ên li hemberî ermeniyan dixwînim, ez pir diêşim û dikevim nava metirsiyeke kûr. Tirk zikê jinên ducanî yên ermenî didirînin û ji xwe re pê dileyzin. Ji bo bizanin zarokên di zikê jinên ermenî de kur e an jî keç e, zar diavêjin û piştre jî bi singûyan zikê wan didirînin.”
Pagano diyar kir ku wê di vê pêşangehê de pirtûkek der barê hewldana qirkirina Ermeniyan a ku di sala 1915’ê de ji aliyê tirkan ve pêk hat de, jî hene. Ev pirtûk jî ji wêne û belgeyên girîng pêk tên.
Di meha sibata 2012 de, dê Muzexaneya Capitolini malovaniya vê pêşangeha dîrok ya bi navê “Lux in Arcana” bike. Dê di pêşangehê de 100 belgeyên Piştî Zayînê Sala VIII. û heta sedsala 20. gelek belgeyên dîrokî û girîng ku heta niha nehatiye aşkerekirin, bêne nîşandan. Di nava vana de belgeya ku Michelangelo bi destê xwe nivîsandiye û girtekên dadgehkirina Galileo Galilei jî hene.
Dîsa di nava vana de, nameya ku xwecihên Emerîkayê li ser tovikê daran nivîsandî û ji XIII. Papa Leone re şandin, standina Romayê,belgeyên dîrokê yên têkildarê XII. Pala Pio, dê cara yekem di vê pêşangehê de bêne nîşandan. Di nava arşîvê de gelek belgeyên girîng hene. Di nava van belgeyan de gelek parsomen, belgeyên bi şîfre, berhemên destnivîsî, dokûmanên ji aliyê navenda Papatiya Romayê ve têne ragihandin jî hene. Pêşangeha Lux in Arcana / Ji bo agahiyan: www.archiviosegretovaticano.va/
ANF/ROMA