Baxçeyê Zarokan ê Mehmûd El-Nayêf zarokan perwerde dike û wan ji bo derbasbûna dibistanan amade dike. Baxçe bi vê yekê pererdeya bi zimanê dayîkê jî pêş dixe.
Baxçeyê Zarokan ê Mehmûd El-Nayêf di destpêka Mijdara 2015’an de ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerde ya bajarê Hesekê ve li taxa Til Hecer hate vekirin.
Li vî baxçeyî 16 zarokên 5 salî perwerdeyê dibînin.
Li baxçe waneyên taybet ên werzîş, mûzîk, wênexêz û hwd jî hene. Zarok li vî baxçeyî bê perwere dixwînin.
Rêvebera baxçe Hilwa Osman ji ANHA’yê re armanca vekirina baxçe zelal kir û got ku dixwazin zarokan perwerde bikin da ku ji bo derbasbûna dibistanan amade bin. Hilwa got: “Em hemû bi hev re hewl didin ku metiryalên perwerdeya bi zimanê dayîkê ku ji aliyê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ve hatiye derxistin, pêş bixin.”
Şagirtan niha fêrî tîpên Kurdî, hejmar, xwendin û nivîsandinê dikin û waneyên mûzîk û werzîşê jî didin şagirtan. Ew bi lezeke pir mezin fêr dibin û ew bi waneyên ku distînin gelekî kêfxweş in. Tevî temenê biçûk jî, lê ew ferq dikin ku ew di hînbûnê de bi israr in.
Cihê baxçe pir teng e
Li gorî rêvebera baxçeyê Hilwa Osman, gelek malbatan ji bo navên zarokên xwe tomar bikin, serlêdanê dikin, lê ew nikarin ewqasî hejmar pêşwazî bikin. Cihê baxçe pir teng e, ji ber vê nikarin daxwazên zarokan bicih bînin. Derfetên baxçeyê jî kêm in û hewcedariya wê bi alîkariyê heye.
Hilwa Osman jî ji aliyê têkildar xwest ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin û da ku karibin cihê baxçeyê fireh bikin û hejmareke mezin a zarokan xwendin perwerde bikin, her wiha bi aweyekî baştir erk û peywirên xwe pêk bînin.
SEMER OSO / ANHA/HESEKÊ