Wekî her car dihesibandin, lê nebû. Vê carê çênebû. Cara yekem e ku li ser planên ewqasî zor û zirav xebitîbûn lê armanca wan pêk nehat, xwasteka wan li gor dilê wan bi rê ve neçû. Plana wan têk çû. Plana qetlîam a dawî çêdikirin, lê derfet ji destê wan filitî, hat li ber diwara nebiyên Şêx Saîd Efendî rawestiya û encam neda, planên wan heliya. Qetlîama ku dixwastin careke din li ser serê Kurdan pêk bînin bi tu şiklî nemeşiya, dewsa wê pî û baskê wan şikiyan, li erdê man, newêrîbûn rabin, îja şiqitîn li ser çongên xwe veketin.
Yên ku ji tespîtên me re wek bi şêweyekî edebiyatê binêrin, rica dikim ji ceribandinên wan ên din binêrin. Heke ji we zehmet e; bi fermo, ka werin em bi hev re lê mêze bikin û çendîn rasteyên dîrokê tev bihijmêrin.
Li ser çendîn bûyerê ku berî Komara Tirkiyê qewimîne, ango serîrakirina Şêx Ûbêydallah, Mîr Mihemed, Bedirxaniyan, her wekî din datînim li kêlekê. Lê her kes zane ku; tevgerê Îtihat û Terakî ya ku di damezrandina komarê de bingehek ava kirîbû, rêveber û endamên sereke yên wê tevgerê Kurd bûn. Mevlanzade Rifat û Abdullah Cevdet ji wan tenê du kes bûn. Tu fidakarî bê berdel namîne, ji ber wê yekemîn sirguntiya Mevlanzade Rifat û yekemîn zindanîkirina Abdullah Cevdet jî di wê demê de dest pê dike. Ji wê şun de jî her wisa. Ziya Gokalp hildan kirin zindanê û li zindanê bi tirsa canê ve wek nijadperesteke Tirk derxistin derva. Kemal Fevzî bigirin heta Xelîl Xeyalî, Hemzeyê Muksî bigirin heta Mîr Celadet Bedirxan, Memdûh Sêlim Begê wanî, ji wan wêdetir Şêx Saîdî Kurdî dîsa bi sirguntî û bi zorê wek rewşenbireke netewa Tirk û ola Îslamiyetê xemilandin. Her kî ku serê xwe rakir bi şîdetê tund ve serê wan çal kirin. Tevşoyek hildan destê xwe, xizarek dan bin qoltixê xwe ketin dora Kurdên ku îtaatê wan nake. Ev yek, di heman demê de dewra komkujiyan, qetlîaman vekir.
Her ku dem derbas bû, ne yek bi yek, ref bi ref kuştin. Îja ew jî kêr nehat, kom bi kom qetil kirin. Îja ew jî şer neda sekinandin, şer û nerazîbûn hê bi hêzeke mezin ber bi wan dijwar bû, îja ji 1924 û 25 bigirin heta îro, ji hijmara nenêrtin, hema bi awayekî bêhijmar dest kuştin. Di serîrakirina tevgera Azadî, ango serîrakirina Şêx Saîd Efendî bi hezaran însan kuştin, yên mayî, yên rêveber, yên ku bidest xistin, bi hêsteke hovane li Bêdlis û li Amedê daliqandin, xeniqandin, qetil kirin. Piştre gava ku nerazîbûna Agirî çêbû, li gund û bajarokan xwe gihandîn kî ew kuştin, heta ku li çiya bersiva wan ê ji kuştinê destên xwe nekilandin. Piştre tevî Îraniyan hevpêymanên dizî û vekirî çêkirin, li Agirî xwîna Kurdan rijandin; li Geliyê Zîlan (çi ku baweriya xwe anîbûn ku berxwedêrên Kurd êdî nikarin bersiv bidin) bi hezaranKurd kuştin, vê car nenêrtin ku ew kesên li ber guleyên wan zarok e, jin e, kal e, pîr e, leşker e an çiye. Pişt re heta 7 salan bêhna xwe dan û pişta xwe rast kirin, dûv re dest bi kuştina Dêrsimiyan kirin; vêgar ji Zîlanê jî wêdetir, dehan hezar, nêzî 40 hezar kes hema bi çi amûrê çekdariyê derfet dîtin wisa kuştin. Piştî Dêrsim wer dihesibandin ku me pişta Kurdan şikandiye; heta demek bêdeng man; piştre di sala 1960'an de doza 49'iyan destpê kir; vê car dêrî ya zindaniyê vekirin ji bo Kurdan. Yek bi yek; hema kî wek rêveber dîtin, hildan avêtin zindanê. Heta ji 1970'iyan şunde tevgerên cûrbecûr derketin holê. Ji wê şunde jî şêwazeke taybet şixulandin. Ji bo ku Kurd di nav hev de kujertî çêkin planek dan berê xwe; îja gava ku ew plan jî demek şunde bihişyarî ya tevgeran vala derket, vê car pergala "Faili Meçhul" jî di nav de, bi her şêweyî xwestin tune bikin.
Dawî ya dawî li ser pêvajoya "Çareseriya Aştiyane" planek amade dikirin. Dixwastin ku Kurd dîsa bêhiş tevbigere, xwe ji gotina aşitiyê ve bixapîne û em jî tam di dema herî lewaziyê de bi komkujiyeke herî mezin ve ev îş bi dawî bikin, encam jê bigirin. Heke xwandevanên me bi bîr bînin, berî ku "pêvajoya çareseriyê" neqediyabû, me bi navê "Şerê Dawî" gotarek nivîsîbû û heta ku desthilatdariya Tirk şansa xwe ya dawî neceribîne dev ji qewirandina Kurdan bernade. Birastî jî wisa kir; vê car armanc ji kokê çareserî bû. Lê çi ku Kurd, her çiqasî bi awayekî samîmî tevbigerin û pêywirên xwe bicîh bînin jî, bi çavêkî xwe ya hişyar ve jî li dora xwe dinihêrtin. Bi xêra vê hişyariyê, vê car komkujiyeke mezin çênebû. Heke çêba; dê xwîna Kurd heta erdnigariya Tirkiyê birijiya.