Artêşa Tirk pêr êvarê, saet 18.30’an gule li qereqola (mexfera) Xanukê ya YPG’ê reşandin ku di navbera bajarên Dirbêsiyê û Amudê de ye. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan êrişa eskerên Tirk. Di bersivdayînê de eskerekî Tirk hate kuştin. Eskeran kuştiyê xwe bi wesaîteke zirxî ji herêmê rakir.
Eskerên Tirk 26’ê Tebaxê li heman herêmê wesayitên sivîlan yên di rê re derbas dibûn, gulebaran kiribûn. 29’ê Tebaxê jî heman qereqolê gule li heêzên YPG´ê barandibûn û di êrişê de şervanekî YPG’ê birîndar bûbû.
QAMIŞLO