Kanala yekemîn a dewletê ya fermî ARD´ê di nûçeyên sereke yên êvarê de bi dosya nûçeyeke fireh cih da çalakiya siyasî û çandî ya Kurdan. Nûçegihanê kanalê li meydana festîvalê bi beşdaran re, axaftvanan re peyivî û çalakî weke kontrasta çalakiya di dawiya meha Îlonê de ji bo Erdoganî lidarxistî nîşan da. Bi malbatî hatina Kurdan, ji her temenî û rengî hebûna jinên Kurd û tevlîbûna ciwanên Kurd û rehetiya polîsên Elman ku ji nûçegihan re dibêje, “em rehet in” derdikevin pêş.
Kurdistaniyên ji kanalê re dipeyivin jî dibêjin, em ne bi tenê ji bo şahiyê, lê belê li dijî terora dewleta Tirk li Bakur û Rojavayê Kurdidstanê li vir in; dîsa jî peyama sereke ya beşdaran “em aştiyê dixwazin”.
Ev şahiyeke xweş bû
Kanala fermî ya eyaletên rojavayê Elmanyayê WDR´ê bi xwe cihekî firehtir daye çalakiya Kurdan û li wir gotina berpirsê polîsê Kolnê Jûrgen Mathies “ev şahiyeke xweş bû” xweş îfade dike ku Kurdan festîvala xwe û çalakiya xwe aştiyane û ji bo aştiyê birêvebirine.Aliyê siyasî yê çalakiyê jî bi hevpeyvînên cihê di ekranan de cihê xwe girt ku piştî gotinên weke “bi dehhezaran Kurdî li Kolnê Erdogan protesto kir” dewam dikirin. Hevserokê Partiya Çep (Die Linke) Bernd Riexinger ku ji WDR´ê re li meydana çalakiyê ya ku ew jî lê peyivî, dibêje, “Erdogan berê xwe da Kurdan, berê şideta xwe da xelkê welatê xwe û nabe em vê qebûl bikin”.
Di 24 salên xwe de festîvalên çanda Kurd li ewrûpayê ev yekem car e bi awayekî evqasî fireh cihê xwe di çapemeniya Ewrûpa û nexasim Elmanyayê de cihê xwe girt.
LUQMAN GULDIVÊ