Herî dawî, ji ber ku Servet Kûrt ê ku li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dihate darizandin, xwest xwe bi kurdî biparêze, lê dadgehê cezayê wî kir du qat û 24 sal cezayê girtîgehê lê birî. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê diyar kir ku ji bo BDP’yî bikaribin xwe li hemberî doza li wan hatibû vekirin, rave bikin, biryara parastina bi kurdî da. Lê Wezareta Dadê bi hinceta “şaşitiyên ûsilê” ev biryar bir ber destê Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî bi temamî derî li parastina bi kurdî girt.
Rêveberên BDP’ya Colemêrgê û du navçeyên wê li hemberî dozên li wan hatibûn vekirin, daxwaza parastina bi kurdî kirin, lê belê ev daxwaz hate redkirin. Îtîraz hate kirin, Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê daxwazê qebûl kir. Lê piştî wê jî Wezareta Dadê ket dewrê. Wezaretê mijarê bir ber destê Dadgeha Bilind. 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryar da ku Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê biryara xwe betal bike.

Biryar ji bo parastina bi kurdî weke pêngavekê dihate nirxandin, ji ber ku di doza KCK’ê de destûra parastina bi kurdî nehate dayîn, beriya niha jî Alîkarê Serokwezîrê Bulent Arinç vê biryara dadgehê rexne kir û got; “Ger bersucek bibêje ‘ez dixwazim parastina xwe bi kurdî bikim’ divê dadgeh destûr bide.”

ANF/ENQERE