Roj tine ku jinek nabe qurban. Jina bi navê Sergul Yildiz di 29’ê Îlonê de ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Sergul Yildiz 39 salî û dayika du zarokan e. Sergul Yildiz ku demeke dirêje hevserê wê tundî lê dikir, di 29’ê Îlonê de hate qetilkirin. Cenazeyê Yildiz roja hate qetilkirin ji aliyê kurê wê ve hate dîtin. Ji bo şermezarkirina qetilkirina Yildiz çalakiyek hate kirin. Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de qetilkirina Sergul Yildiz bi tûndî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên Yildiz hatin hildan û kuştina jinan hate bibîrxistin.

 

DEN HAAG