Li paytexta eyaleta DYE´yê Tenesse, Nashvilleê, li dibistanên dewletê, li asta amadeyî yanî lîseyê de sinifên ji bo dersên Kurdî hatibûn vekirin. Lê ser pêvajoyê rojnameya me jî nûçe weşandibûn. Li vî bajarê DYE´yê gelek Kurd hene û jê re Kurdistana Piçûk jî tê gotin. Axir li Kurdistan Piçûk, ji ber ku hejmara xwendekarên xwe li dersa Kurdî qeyd kirî kêm bû, dersên Kurdî hatin rawestandin.

Bi giranî ji Başûrê Kurdistanê zêdeyî 15 hezar Kurd li Nashvilleê dimînin. Di encama hewldana civaka Kurd de, îdareya bajêr qebûl kir ku li dibistanên dewletê yên li herêmê sinifên ji bo dersa Kurdî bêne vekirin û Çileyê derbasbûyî ev yek pêk hat.

Lê belê ji ber ku ji bo somestra payîzê têra xwe qeyd nehatin kirin, dersên zimanê Kurdî yên li dibistanan hatin rawestandin.

Li Nashvilleê 1100 xwendekarên Kurd hene. Tenê li lîseya Overton High Schoolê 113 xwendekarên ziman Kurdî dixwînin. Lê hejmara qeydiyên ji bo zimanê Kurdî têra vekirina sinifê nekir.

Nûnerên civaka Kurd a li bajêr dibêjin, ji bo xwendekarên Kurd û yên ne Kurd tevlî dersên Kurdî bibin, divê bêhtir Kurd û zimanê Kurdî bên danasîn. Somestra bê jî wê dersên Kurdî ji bo qeydê hebin û heger hejmara miracaetan têrê bike, dersên Kurdî wê hebin.

 

NASHVILLE