Li ser şewata li Îmraliyê KCK û KJK´ê daxuyanî dan û xwestin bi lez CPT û parêzer biçin Îmraliyê. Ji bo çalakiyan jî gotin, divê Kurdistanî meydanan neterikînin heta encamekê bigirin.
KJK di daxuyaniya xwe ya li ser şewta Îmraliyê de pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê weke pergaleke desthilata faşîst a AKP-MHP’ê pênase dike û diyar dike ku ev pergal li ser tevahî gelên li Kurdistan û Tirkiyê tê ferzkirin.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Rêber Apo di nav şertên êşkence û tecrîda giran de ye. Li ser Rêbertiya me polîtîkaya rehîneyê siyasî hatiye danîn. Ti heqê yasayî û destûrî li girava Imraliyê bi cih nehatiye.
27’ê Sibatê bi nûçeyekê hat ragihandin “li girava Îmraliyê şewat derketiye”. Ev daxuyanî jî ji aliyê Wezîrê Karûbarê Navxwe, aktorê sereke yê qirkerinê, dijminê Kurdan ve hatiye dayîn. Ev rewş ne ji malbatê re û ne jî ji parêzeran re nehatiye gotin. Rayedarên dewletê negotine bê ka şewata li daristanê ya li Girava Imraliyê çima derketiye, kê derxistiye, heta bi kû derê çûye, çima tevdîra wê nehatiye standin û di serî de ya Rêber Apo, rewşa tendirisiyê ya girtiyên din ên siyasî çawa ye. Ev rewş fikarên mezin bi me hemûyan re çêdike.
Di vê çarçoweyê de di serî de CPT em bang li hemû saziyên mafan, hiqûqnasan, siyasetmedar û raya giştî dikin ku bi peywira xwe rabin. Bi lezginî divê CPT şandeyekê bişîne Imraliyê û hevdîtina parêzer û malbatan a bi Rêber Apo re were pêkanîn.”
Divê kuçe neyên terikandin
Ewlehiya jiyanê ya Rêber Apo ewlehiya jiyanê ya gelê Kurd û jinan e. Ji bo agahiyên rast ên derbarê Rêbertiya me de werin standin divê parêzer bilez biçine Imraliyê. Heta ku ji Rêbertiya me agahî neyên standin divê hemû gelê Kurd, jin û dostên Kurdan kuçeyan neterikînin. Heta ku çareseriyên ji bo dema kurt, navîn û domdirêj ji bo pirsgirêkên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo neyên dîtin divê têkoşîn û zemînên berxwedanê werin geşkirin û domandin.’’
Em xwedî fikar in
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî der barê şewata daristanê ya li Imraliyê daxuyaniyeke niviskî da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van hêmanan:
‘’Li girava Imraliyê ku ev 21 sal in tecrîd li ser Rêber Apo tê danîn, rayedarên dewleta Tirk gotin şewata daristanê derketiye. Di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê û herêmê geşedanên pir krîtîk dibin, qirkirina li ser Kurdan girantir didome, desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ketiye pêvajoya hilweşînê, divê her kes bi guman û cidiyet nêzîkî bûyera şewatê ya li Imraliyê bibe. Di pêvajoyeke wiha girîng de ku Tirkiye û herêm serûbinî hev dibe, li giraveke wiha ku bi pergaleke tevdîrên jidiyayî tê rêvebirin, zivistanî, agahiya şewata daristanê mirov difikirîne û dixe nava fikaran.
Divê parêzer tavilê biçin
Ji ber vê parêzerên Rêber Apo demildest divê biçine Imraliyê, rastiyê ji gelê me û raya giştî re bêjin. Heta ku parêzer û malbat neçin Imraliyê û daxuyaniyê nedin divê gelê me, dostên me, jin û ciwan meydanan neterikînin. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt divê helwesta xwe di asta herî bilind de nîşan bide, meydanan tije bike. Gelê me li her deverê divê seferber bibe, heta ku parêzer rastiyê hîn nebin divê meydanan bernede.
Di vê çarçoweyê de em bang li gelê xwe, gelan, hêzên demokrasiyê, hemû derdorên dij faşîst, jin û ciwanan dikin ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan û helwesta xwe di asta herî bilind de nîşan bidin! Careke dî me dît, heta ku pergala tecrîdê ya li Imraliyê ji holê ranebe û pirsgirêka tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Rêber Apo çareser nebe, azadî, demokrasî, aştî û dadmendî nayê Tirkiyê.’’
ANF/BEHDÎNAN