Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Hac Ehmed diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 70 gundên Kurdan rûxandin, welatiyên sivîl ji gundan dane koçkirin û komên alîgirên xwe li van cihan bi cih kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê Hac Ehmed derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şahbayê axivî û da zanîn ku armanca ji vê yekê, astengkirina yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê û guhertina demogrefiya herêmê ye.
Hac Ehmed anî ziman ku komên çete (di serî de Cebhet El-Nusra û DAIŞ′ê) ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne destekirin, gundê Kefer Sexîr û bajaroka Qebasîn ên Kurdan dorpêç kirin, şêniyên wan herêman jê dane koçkirin û şêniyên Ereb û Tirkmen ên alîkarên Tirkiyê lê bi cih kirin. Armanca ji vê yekê ew e ku herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bêne firehkirin.″
Hac Ehmed daxuya kirin ku dewleta Tirk a dagirker 70 gundên Kurdan ên girêdayî bajarê Babê rûxandin û domand: ″Çeteyên dewleta Tirk herêmên Qebasîn, Raî, Cerablus û gundên Ezazê dagir kirin, şêniyên wan bi hincetên cûda jê dane koçkirin û komên alîkarên dewleta Tirk lê bi cih kirin. Tirkiyê dixwaze pêkhateyên wan herêman (taybet gelê Kurd) qir bike.″
Armanc li herêmê tinekirina Kurdan e
Hac Ehmed armanca ji êrîşên li ser herêmên Şahbayê vegot: ″Êrîşîn dewleta Tirk ên li ser herêmên Şahbayê yên rizgarkirî, didomin. Tirkiyê bi vê yekê, dixwaze tevlîheviyê bixe navbera pêkhateyên wan herêman, hebûna Kurdan ji holê rake û demografiya herêmê biguhere, da riya di navbera Kobanê û Efrînê de were qutkirin.″
Hac Ehmed destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî hişt ku dewleta Tirk herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike, birûxîne û demografiyê biguhere. Hac Ehmed wiha domand: ″Bi navê Hêzên Şoreşger, em ê her di çeperên şer de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin, hemû herêmên xwe rizgar bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê Hac Ehmed di dawiya axaftina xwe de, soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên Şahbayê ji çeteyên dewleta Tirk, da.
NÛRHAT HESEN / ANHA / ŞAHBA