EHMED MIHEMED / ANHA/HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara vegera koçberên kampa holê dabû. Li gorî biryarê 3’yê Hezîranê xebata yekemîn a vegerê destpêkir. 217 malbatên ji bajarên Reqa û Tebqayê vegeriyan warê xwe.

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîde Emîn der barê mijarê de peyivî û got:”Xebata vegerandina koçberên Sûriyê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex penaberên Iraqê yên ku dixwazin vegerin warê xwe dewam dike. Deriyê qeydkirinê li pêş şêniyên bajarê Dêrazorê, Reqa û Tebqayê jî vekirî ye.”

Li ser vegera koçberên Iraqê jî Macîde Emîn got: “Qeydkirina koçberên Iraqê dewam dike. Rêveberiya Xweser jî di vî alî de kedê dide. Hejmara malbatên dixwazin vegerin gihaşt 2 hezarî. Lê ta niha tu bersiv ji hikumeta Iraqê tevî sozdayîna wê ji rêveberiya kampê re nehatiye.”

Li kampa Holê 40 hezar û 875 koçberên Iraqê di nav de gelek malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî hene.2015’an, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê deverek fireh ji xaka Iraqê kir, bi hezaran kesî koçî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.