Parêzera berhemên dîrokî li muzexaneyan a li paytexta Ingilistanê Londonê, Kasia Weglowska, li ser peykerên Parthenonê li wan şopan rast hat ku piştrast dikin, peykerên serdema antîk a Yewnanî boyaxkirî bûne, hem jî bi rengên geş boyaxkirî bûne.
Ji Çileyê 2018´an ve Kasia Weglowska bûye yek ji kêm parêzerên berhemên dîrokî ku karîbû keysa xwe lê bîne ku li ser peykerên Parthenonê lêkolînan bike. Ji bo amadekariyên pêşangeha Rodin a li British Museumê ku berê xwe dide hunerê kevnar ê Yewnanistanê, hin ji van peykeran jî ji bo lêkolînan bûn xwedî girîngiyekê. Bi teknîkên ziyanneker ên weke, rohnîkirina bi dîdara çavan a bi rohniya înfrasor (VIL) û flouresansa tîrêjên X (XRF) Kasia Weglowska karîbû kite bi kite bi peykeran dakeve. Vê yekê destûr daye wan ku fêm bikin ka ev berhemên hunerê bê qisûr çawa hatine çêkirin.
Teknîkên taybet bi her peykerî
Weke gava yekem toz û qirêja ser rûyê peykeran bi rêyeke ku zerarê nede peykeran bû. Kasia Weglowska dibêje, wan yek bi yek berhem girtine dest û li gorî rewşa wan a taybet teknîka herî baş pê re pê re bi pêş xistiye û heger lazim bûye bi van teknîkan bi berheman re miamele kiriye: “Vê nêzîkatiyê derfet da me ku em bi îhtîmam û temamî rewşa peykerî lê bikolin û belge bikin, û heta ku mumkin e gelek agahiyan berhev bikin li ser verotina berheman û boyaxkirina wan.”
Bi çavan jî ev reng tên dîtin
Di pêvajoya vê lêkolîn û miameleyê de lêkolîner bi ser pîgmentên orîjînal ên li ser van peykeran ve dibin ku Kasia Weglowska wiha terîf dike: “Vedîtina van pîgmentên orîjînal agahiya herî heyranker û kelacanraker a vê pêvajoya paqijkirinê bû. Beriya bi salan minaqeşeyeke li ser boyaxkirina (polchromy) peykerên Parthenonê dest pê kiribû, û dihat zanîn ku hem avahiyên mîmarî û hem jî peyker dihatin boyaxkirin. Lê belê heta roja me ya îro mumkin nebû ku bermahiyên van boyaxan li ser wan bên tesbîtkirin û heta bi çavan jî mirov karibe wan bibîne.”
Şînê Misrî bi teknîka VIL´ê
Şînê Misrê yek ji boyaxên sentetîk ên herî kevin ên tê zanîn e. British Museumê ji bo lêkolînan teknîkeke VIL´ê bi pêş xist ku bermahiya herî piçûk a Şînê Misrê tesbît dike. Bi vê teknîkê li ser gelek berheman bermahiyên vî rengî hatin tesbîtkirin. Ya ku lêkolîneran û Kasia Weglowska ecêbmayî dihêle ew e ku piştî hezarsalan jî gelek ji van bermahiyên vî rengî hîna jî dibiriqînin û geş in.
Pêşî sala 2009´an bi rengan hat hisîn
Muzeyê pêşî sala 2009´an bi teknîka VIL´ê 2009´an pê hisiya ku peyker hatine boyaxkirin.
Kasia Weglowska wekî din dibêje, “Pêvajoya parastina berheman derfet da me ku em ji nêzîktir û purdîqet li peykeran binihêrin ka çawa hatine çêkirin. Detayên balkêş û qumaş bi xwe bi xişaban hatine çêkirin ku îro jî şopên wan xuya dikin di nava kunan û birrîna di binî re.”
NAVENDA NÛÇEYAN