Veger bersiva êrişan e
ZEYNEP DÛRGÛT/MUDAT CAN
MA/ŞIRNEX
Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir der barê vegera ber bi Şengalê de axivî û got: “Li pêşiya me meha Tebaxê heye. Ev meh, ji bo gelê êzîdî meheke pir biêş e. Ji ber wê jî bi taybetî di vê mehê de vegera ber bi Şengalê bi wate ye. Bersiva herî xurt e, ji kesên ku ev qirkirin pêk anîne."
Ji ber êrîşên DAÎŞ’ê li dijî Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de, bi hezaran şêniyên Şengalê ji xaka xwe koçber bibûn. Piştî koçberbûnê 6 sal şûnde niha gelê êzidî hêdî hêdî vedigere warê xwe. Di rojên dawî de bi sedan şêniyên ku ji warê xwe koçber bibûn, vegeriyan çûn Şengalê. Şeniyên ku vedigerin ser warê xwe ji aliyê Komîteya Pêşwaziya Koçberan a Şengalê ve tên pêşwazîkirin. Berdevkê Komîteya Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir der barê vegerê de axivî. Şekir, anî ziman ku vegera gelê êzidî pir girîng e û got, veger bersiva herî xurt e, ji kesên ku êrîş birine ser Şengalê û gelê êzidî.
Şekir, da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek kes vegeriyane û got: “Ev du meh in veger dest pê kirine. Beriya niha destûra nedidan ku gel vegere. Di rojên dawî de nêzî 2 hezar kes vegeriyan. Heta niha nêzî 800 malbat vegeriyane. Di nava rojê de herî kêm 50 malbat tên.
Şekir, bang li gelê Şengalê kir û got: “Divê em xwedî li vê hemleyê derbikevin. Ger ku her yek ji me ji aliyekî ve xwedî li vê hemleyê derkeve, em bawerin ku em ê bi serbikevin. Gelê Şengalê di vê pêvajoyê de wê hêza xwe bi rêxistin bike û bersiv bide van êrişan. Qedera me ne di destê kesan de ye. Em bi bawer in û hêvîdar in û dikarîn her êrişê bişkînin, pûç bikin.”