Û dibêjim, ‘a baş ew e, ku meriv ne li ser darbesta li ser milê ‘çengek’ çend dostên xwe; bi xwe bi piyê xwe vegere, bi piyê xwe pê li axa welatê xwe bike.
Tu bi xêr hatî, ser çavan hatî!
Hêvîdar im hatina te û yên ku dilê wan di vegere de hene, bi qasî bextewriyên ku dipên* û li hêviyê ne; vê axa di nava toz û bahoza şer de diakarê aştiyê , vî ezmanê ku her şev stêran ji hemebêza xwe dixuricîne newala azadiyê…û hîvê û rojê, û demsala dojehî a ku wekî her mirovî bi çar çavan li bendî bihara derengmayî ye, veguhêze kîşwerên evîndariyê…
Nanê tisî be jî hêvî, her meriv heviyê ‘dipûrisîne’*. Belam pêxwarina li ser sifreya jiyînê hêvî ye, ji ber ku. Ji ber ku hêvî senedeya herî zexm e a ku meriv milê xwe dispêre hîmên jiyê.
Ma ne hêviyek, roniya biservebûnê berê meriv dide kîşwerên ewlehiyê? Û ma ne hêviyek meriv vedigerîne cihê ku meriv pişta xwe didiyê?
Wekî gotina pêşiyan , ‘ tu biçî erş tu ê vegerî ser ferş’; her çûyîyî roja ku berê xwe da riya li pêşiyê; hê di qevza ewil de ji xwe re negot, ‘ez diçim… lê li te vedigerim welatê min’?
Yê ku li welatê xwe dê vegere, piştî bicîbûn û niştecîtiyê, ‘hestên lêvegerê’ wekî lavlavka xwe li bejna darê bipêçe, wî jî wisa ranapêçe, nake dîlê xwe?
Lêbelê bi wext re, wextê ku meriv hêdî hêdî dibe ber bi kêja jiyanê ve, meriv ferî jiyana bi nesaxiya herî giran lê nekujer, nake.
Jiyan tiştekî wisa ye: li tevî kor û kerran, li tevî bêçeng û lengeran merivê pêkkevtî* meriv eloeza* bi dû xwe de dixirxirîne, ma ne?
Lê; rastiyek heye ku kesek nikare biguhere: Yê çûyî, ji hêlekê ve xwe amedeyî vegerê bike jî bi temtêla zarokekî li hêviya cejnê, ji hêlekê ve rayên jiyanê xwe berdidin nava axa ku li serê dijî û di dil xwe de li serê mişext* e.
Mişextî…li gorî hinekan ji ber sedeminan terkirina axa xwe ye; jiyîna li ser axeke ne axa meriv, civateke biyan, welatekî ne welatê meriv e…
Lê bala xwe bidinê, yên demekê dersînor bûn, wirde wirde* ferî jiyana li mişextiyê bûn, ku rabûn ev gotin: Ev welat welatê min ê duyemîn e!
Welatê duyemîn?! Di dilê xwe dibêjim, ‘ xwelîser welatekî te nîne,yê xelkê dudu ne’!
Lixwemikurhatineke wisa ango derbirîneke wisakî li gorî we jî ma destpêka ziravbûn û xavbûna tayê ku takekes dike xwediyê nasname; bi pirsên wekî ‘ji kîjan welatî me, hemwelatiyê kîjan axê me, endamê kîjan civatê, yê kîjan çandê me’ ?
Wekî jiyanê, hestkirin û hizr û têhizirînên mirov jî dikarin biguherin, û pê re hin tiştê ku demekê li bal mirov jêneger û pîrozwer in, bibin tiştine hîç û pûç, û vik î wala!
Ji vê; wekî stirana ‘ Ay lêlê lê ay lêlê hinnê/ terka te nakim heta mirinê’; ji bilî yên ku heta kêlîka xwe gorîkirinê baweriya xwe parastin û xwe di ber ‘xewna’ xwe de xwe fîda kirin; jiyîna çêjdar hinekan dide ber pêlên xwe û wan bi saxî diavêje geliyê mirinê!
Li vir, kesekî ku qet ‘av li tevî şîrê wî’ nebûbe, bi mafdarî û hebekî bi matmayîn ji xwediyê du welatan bipirse, ‘bira, me welatek nîne, yê te dudu ne?’ dê bersiva bira çi be?
Welatê yekem di dilê birayan de êdî evîneke platonîk e,bira!
Li ser daxwaza xwendavanan hin peyvên ku dê neyên zanîn li jêr in
Bipê:Payîn:Li bendêmayîn
Purisandin: Xwarina nanê tisî, nanê bêqatix(hin caran li erdê wekî belavkirina nan jî tê bikaranîn)
Mişext: surgun,surgunbûyî,
Wirde wirde: bi wext re, hêdî hêdî,hino hino
Pêkkevtî: Kesê/a şaht,yê/a ku nikare karê xwe bi serê xwe bik
Eloeza: Mirovê/a din ava livînan de,ku bi tena serê xwe nikare rabe,rûnê,bimeşe