Rêveberê Deriyê Sêmalka diyar kir ku tenê di nava meha borî de hezar û 300 malbat ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê. Rêveber got ku ji ber aramiyê veger didome.
Hemû bajar, gund û navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ´ê hatine paqijkirin. Li Rojavayê Kurdistanê niha rêveberiyeke xweser heye û welatî di nava aramiyê de dijîn. Bi destpêka şer bi hezaran welatî ji ber çeteyên DAIŞ´ê penaber bûn, gelek ji wan jî ji Başûr û Tirkiyeyê berê xwe dan Ewrûpayî jî. Li ser vê yekê rêveberê têkiliyên ji der ve yê sînorê Sêmalka Mihemed Xêr Bicusî ji ajansa Hawar re axivî. Mihemed diyar kir ku tenê di nava meha bihurî de hezar û 300 malbatên penaberî Başûrê Kurdistanê bûyîn, vegeriyane Rojavayê Kurdistanê. Îsal zêdetirî hezar û 700 ciwan vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.
QAMIŞLO