Ev demek dirêje ku mijara vegera gundan di rojeva tevger û gelê me de ye. Wekî tê zanîn di salên 1990’î de ji aliyê pergala dagirker û mêtînger ve li Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Niştecih û gelê Kurd hemû bi darê zorê hatin sirgûnkirin. Bi hezaran gund bi awayekî hovane, hatin valakirin. Hemû niştecihên gund bi komî sirgûnî metrepolan bûn. Bi vî rengî xwestin gelê Kurd bitirsînin, Tevgera Azadiyê têk bibin û bifetîsînin. Xwestin ku bi vî awayî Tevgera Azadiyê û gel ji hev qut bikin.
Xwestin zimanê Kurdî asîmle biin. Dema tevger û gel ji hevdu qut bikin wê demê tiştê ku bixwazin dê bikirina. Bi vî awayî dixwestin bi ser kevin. Lê belê berxwedan, têkoşîna Tevgera Azadiyê û gelê Kurd li hemberî van kiryar û polîtîkaya wan bi sekneke berxwedanî ev polîtîka wan pûç derxistin. Bi vî awayî nehiştin gelê Kurd di komkujiya pişaftinê re derbas bikin. Ji ber vê yekê tevgera me evqas li ser mijara vegera gundan disekine. Ji bo ev têkoşîn bigihêje serkeftinê, pêwîst e hemû niştecihên ku ji gund û warê xwe hatine sirgûkirin şûnde vegerin cih û axa pîroz.
Li jiyan û çanda xwe, xwedî derkevin, bi awayekî azad, fikreke nû û komînal bijîn. Lewre bi vegera gund, ax û welatê xwe mirov dikare bigihêje cewhera xwe ya mirovahiyê. Ger wisan nebe ne gengaz e ku mirov xwedî li ziman, huner û warê xwe derkeve. Ji bo mirov bikaribe bigihêje serwextî û têgihiştina pergala Rêbertî, pêwîst e mirov der barê jiyana komînal de têbigihêje. Ji nû ve jiyana gundan divê bi vî awayî di berçavan re derbas bike. Berê jiyana niştecihên gundan çawa bûn; jiyanek xweser xwerû û parvekirî bû. Ji bo ku mirov bikaribe jiyan û çanda xwe bijîn pêwîstî bi xweseriya demokratîk heye.
Li Rojava ev pergal niha dimeşe. Ji ber ku di nav xweseriya demokratîk de hemû gel, ol, bîr û bawerî cih digirin û xwe di nav de dibînin. Wekî ku me li Rojava jî dît destpêkê li gunda ev pergal dikeve meryetê. Lewre jiyana gundan ji xwe jiyanek komînal e. Dema têgihîştina jiyana komînal û demokratîk pêk bê wê demê li gundan jiyankirin dê hîn jî zûtir çêdibe. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst neketiye nav jiyana gundan ev jiyan hê zûtir dikare jiyane komînal û demokratîk pêk bîne. Lê belê ger ku ev yek pêk neyê wê kapîtalîzm li wan dera jiyanê bêhtir takekesî û ezî ezîtiyê ew ê derbixe pêş.
Ji ber ku niha pirsgirêkên ku hemû cîhan dijî bingeha xwe jî ji vê mirateyê digirin. Cewhera jiyana gundan çand, mêjî, nirx û jiyana wan bêhtir nêzîkî jiyana komînal e. Niha hemû hewldanên Tevgera Azadiyê ew in ku bi vegera gundan re gel xwedî li wê çand û cewhera xwe derbikeve. Lewre jiyana gund di cewhera xwe de jiyanek ekolojîk, zayend û komînal digire nava xwe. Em îro bala xwe didine nifşê nû xwe pir nêzî çand û jiyana gunda nabînin. Lê belê herdem jî têra qala hesret û xeyalên jiyana gundan, ax û warê bav û kalê xwe dikin. Ev tiştekî baş e, lê dema te ev tenê xeyal û hesretê de bêhiştin û ji bo vê te tu hewldanek çênekiri be tê nikaribî bi vî awayî li ziman û çanda xwe xwedî derkevî. Ji bo mirov bikari be baş bibîne û rast nêz dibe pêwîst e mirov jiyana bapîr û dapîra xwe bizani be.
Lewre ewqas hesret û daxwaz dikin ku ax û warê xwe bibînin, dema diçin ser dilovaniya xwe daxwaza wan a dawî dibêjin, me bibin ax û gundê me veşêrin. Ev ji bo me hemûyan jî derbasdar e. Ewqasî nirx didin axa ku li jiyanê daxwaza wan a dawî jî ji bo axa wan e. Lewre cewhera xwe di ax û warên xwe de dibînin. Lewre jiyana gundan gelek û taybet e, ya herî girîng jî mirov di nav xwezayê de jiyîne.
Ji Sedema neolîtîk bigire heta roja me ya îro gund bûne çavkaniya mirovahiya xwenaskirin û parastinê. Ji ber ku hemû çandê di jiyana gundan de dest pê kiriye û belav bûye. Bi vî awayî gihiştiye roja me ya îro. Ji bo vê yekê Rêbertî û Tevgera Azadiyê evqasî bi ser vegera gunda û axa xwe disekîne. Wekî me destpêkê jî got vegera gundan ji nû ve vegara li cewhera xwe û çanda xwe ye. Ji ber vê yekê pêwîst e gelê me demildest şûnve dest bi vegera ax û warê xwe bikin. Bi vî awayî dikarin pergala jiyanekî komînal û demokratîk di jiyan û kesayetiya xwe de bidin rûniştandin. Ji derveyî van ne gengaz e ku mirov xwedî çand, ziman, ax û nirxê xwe derbikeve. Her çiqasî dewleta mêtînger û dagirker li hemberî vegera gundan bibe asteng jî pêwîstî bi berxwendaneke bêhempa heye. Wek salên bihurî çawa ku berxwedanê didin ji bo ziman û çanda xwe pêwîst e bi vî awayî nêzî vegera gund, ax û warê xwe jî bibin.

ÎSMAÎL AYIRTIR / Girtîgeha Tîpa F a Kocaelî