BERHEM LETÎF - ROJNEWS / SILÊMANÎ

Li gorî Şanaz Îbrahîm Ehmed, ‘YNK ya niha’ ji rêbazên yekîtiya gelê Kurd dûr ketiye û got; “Em dixwazin YNK vegere ser rêbaza xwe û bibe aliyê ku kar ji bo rêxistinkirina nava mala Kurdan dike.”

Berpirsa Navenda Derve ya YNK´ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi boneya 44’emîn salvgera damezrandina YNK’ê têkildarî mijara lidarxistina kongreya YNK’ê û girîngiya yekîtiya nava mala Kurdan axivî.

Şanaz Îbrahîm Ehmed di serî de bal kişand ser salvegera damezirandina YNK’ê û got; “YNK di demeke wisa de hatiye avakirin ku hêviya gelê Kurd nemabû. Heger em îro tên ser gora Mam Celal, em dixwazin nişanî hemû yar û neyaran bidin ku em li ser rêbaza Mam berdewam in. Rêbaza Mam û YNK’ê li ser bingehê cemawerî bû.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed têkildarî mijara kongreya YNK’ê jî got; “Em gelek ecêb dibînin ku hevalên ku bixwe li pêşiya lidarxistina kongreyê asteng in, bi xwe jî daxwaza lidarxistina kongreyê dikin. Ji bo cemawirên YNK’ê gelek asayî ye ku daxwaza lidarxisitna kongreyê bikin. Lê gelek neasayî ye ku polîtburo bê û daxwaza kongreyê bike. Nizanim daxwazê ji kê dikin? Ji ber ku bi xwe berpirs in.”

Em jî nebin piştgirê xwe…

Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku ji bo xwenûkirinê pêwîstiya YNK’ê bi kongreyê heye û wiha domand; “9 sal e kongre nehatiye lidarxistin. Di nava van 9 salan de gelek guhertin li herêm, cihan û bajaran pêk hatiye. Partiyên din hatine avakirin. Rewşa Iraqê hatiye guhertin. Divê YNK karekî wiha bike ku li gel rewşa îro destdayî be.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed bal kişand ser yekîtiya Kurdan û diyar kir ku yek ji xwestekên gelê Kurd e û got; “Li her parçeyê Kurdistanê ti dostekî me nîne, tenê em bi xwe dostê xwe ne. Heger em bi xwe jî pişta hev negirîn, em ê qet bi ser nekevin, bi parçe bin, hemû biryarên şaş wê li ser gelê me werin dayîn.”

Berpirsa Navenda  Derve ya YNK´ê, Şanaz Îbrahîm Ehmed bersiva pirsa ‘Erka YNK’ê ji bo yekîtiya nava mala Kurdan çi ye?’ wiha da; “Dema ku em dibêjin, YNK vegere ser rêbaza xwe û bibe YNK’a berê. Yek ji armancên me ew e ku YNK bibe ew aliyê ku kar ji bo rêxistinkirina nava mala Kurdan bike. Ev YNK’a niha tê dîtîtin ji vê rêbazê dûr ketiye.”