Kasim Ocal ku bi salane ji gundê xwe yê bi navê Xaviştan hatiye derxistin diyar kir ku wan bi salane ruyê rehetiyê nedîtin e. Ocal, da zanîn ku zemanek wan xeletiyek mezin kir û gundê xwe berdane û reviyan e. Ocal, wiha got: "Li ser pêkûtiya dewletê wan di salên 90'î de gundê xwe terk kirin e. Yên gundên xwe terk nekirin bûne cerdevan. Rewşa me qet nebaş e. Em dixwazin vegerin gundê xwe lê şert û merc destûr nade. Rê û av tune ye, binesazî qet tune ye." Ocal, destnîşan kir ku riya ku bi nîv seatê bi wesayîtê diçin de ji ber piştî operasyonan hate girtin 4 seatî bi qantiran dikarin biçin. Ocal, anî ziman ku bi xebata 2 seatî mirov dikare riya bi salane hatiye girtin bê vekirin lê, dewlet riyan çênake û ji bo vegera gundan tu gav navêje. Ocal, ev tişt gotin: "Ji ber em kurd in ne riyan çêdikin û ne jî berê xwe didin gundan. Li ser vê jî dewlet dixwaze em hemû bibin cerdevan û yên nabin cerdevan jî heqaretê li wan dike."
'Astengiya herî mezin cerdevaniye'
Hemwelatiyê bi navê Cîndî Ozer jî, diyar kir ku divê gund ji nû ve bên avakirin. Ozer, wiha got: "Gundên me hatin şewitandin û hilweşand in. Me jî gundê xwe terk kir. Çend malbat vegeriyan gund lê, piraniya gundiyan venegeriyan e. Malbatên mane jî em dixwazin ew jî veger in gund. Malbat dê di van şert û mercan de çewa veger in. Av û riya me tune ye." Ozer, destnîşan kir ku ew êdî şer naxwaz in, cerdevanên heyî jî divê birakûjî nekin. Ozer, bang li cerdevanan kir û xwest çekên xwe berd in. Ozer, bal kişand ku pêşiya vegera gund a herî dibe asteng pergala cerdevaniyê ye. Ozer, anî ziman ku ew bi salan e li ser pişta hesp, ker û kantiran de diçin gund, ji ber li gundê wan binesazî tune ye ew neçarin dîsa paşde vediger in.
DÎHA/WAN