Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Nûjiyan Sincar, bang li tevahiya Êzîdiyên li wargehan kir da ku vegerin ser xaka xwe Şengalê û got; “Ji bilî YBŞ û YJŞ´ê, em ti kesî li ser axa Şengalê qebûl nakin. Êm ê destûrê nedin ên ku xiyanet li gelê Êzîdî kir, careke din li Şengalê bibin desthilat.”
Nûjiyan Sîncar ku yek ji şervanên nû ye û ji gundê Birik ê Şengalê ye. Nûjiyan Sincar der barê tevlîbûna xwe ya nav refên YJŞ’ê de got; “Pêş fermanê, em derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Pişt re dema ferman bi sere gelê me de hat, em pirr pê êşiyan. Ewqas keç û jinên Êzîdî bûn dîlê DAIŞ’ê. Zilm û zor li gelê me hat kirin. Ji bo wê qehreke mezin ket nav dilê min. Ne tenê ez, malbata min bi tevahî jî pê aciz bû. Bi fermanê re bi mehan, xwarin di qirka me re derbas nebû.”
Em ê nahêlin erda me bê dagirkirin
Nûjiyan Sincar der barê sedema tevlîbûna xwe ya nav refên YJŞ’ê de got; “Piştî demekê min bîhîst Yekiniyê Jinên Şengalê ava bûne, xwesteka min a tevlîbûnê pir çêbû. Ji bo gelê me, ji bo jinên Êzîdî ku dîl hatin girtin û xaka me ya hatî dagirkirin, mirov çiqas kar jî bike, kêm dimîne. Bi fermanê re gelê me koçberî her dereke cîhanê bû. Em ê keç û jinên Êzîdî yê di destê DAIŞ'ê de bi hemû hêza xwe hewl bidin, rizgar bikin. Niha gefên Tirkiye û her wisa yê PDK'ê û yê Heşdî Şebî li ser me hene. Heşdî Şebî hatiye li ser axa me û dagir kiriye. Ji bo wê heta ji destê me tê em ê berxwedana xwe xurt bikin. Em nahêlin ne axa me, ne jî erdê me were dagirkirin."
Tenê YBŞ û YJŞ li ser axa Şengalê
Nûjiyan Sincar li ser hebûna hêzên cuda ku li Şengalê bi cîh bûne, jî wiha destnîşan kir; "Ji bilî YBŞ û YJŞ'ê em ti kesî li ser axa Şengalê qebûl nakin. Ne PDK'ê û ne jî ti hêzên din em qebûl nakin. Ji ber ku wan em firotin. Niha jî dixwazin me bixapînîn. Hemû plana wan ew bû ku, bi tevahî gelê me tine bikin. Bi hatina YPG û YPJ'ê û hêzên HPG'ê re gelê me hat xilaskirin. Di berdelên ewqas şehîdên giranbiha de xilasiya gelê Êzîdî çêbû."
Vegera li Şengalê
Sincar bal kişand li ser rewşa jinên Êzîdî jî û got; "Niha gelek jinên Êzîdî di wargehê de ne. Wek jin ne xwedî ti mafî ne. Ez hêvîdar im ku gelê me yê Êzîdî hemû, bi taybet jinên Êzîdî vegerin ser xaka xwe. Bî vî şêwazî tevlîbûna nav refên YBŞ û YJŞ'ê hîn xurtir bibe. Dayik û bavê me yên niha li Başûr in, bila tevlîbûna zarokên xwe asteng nekin. Xwestekê wan jî pirr hene. Lê ji aliyê neyarên Êzîdiyan ve tên astengkirin. Ewqas berxwedana jinên Êzîdî heye. Pêwîst e ev ji bo me bibe ronahiyek û bibe sedema tevlîbûna nav refan a jinên Êzîdî. Bila werin û tola xwe hilînin. YBŞ hêzeke Êzidxanê ye. Êdî bila gelê me vegere ser xaka xwe."
ROJNEWS/ŞENGAL