Cenazeyê Alan Şino Kurdî yê 3 salî, birayê wî Xalib ê 5 salî û dayika wî Rihan a 27 salî, îro di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê hate kirin. Li gel cenazeyan ji bilî xizmên malbata Kurdî, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Leyla Guven, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Aylîn Nazlikaya jî derbasî Kobanê bûn.

Cenaze li ber Deriyê Sînor ê Kobanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Li vir Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê  Enwer Mislim axaftinek kir û sersaxî ji malbatê xwest. Mislim destnîşan kir ku Kobanê li hemberî “terorê” berxwedaneke gelekî mezin nîşan daye, lê ew gelekî xemgîn dibin ku piştî vê berxwedan û xwîna ji bo Kobanê hatiye rijandin, welatî berê xwe didin Ewropayê.


Rondikên derew dibarînin

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Leyla Guven jî ji malbatê re sersaxî xwest û dewleta Tirkiyeyê wekî berpirsyara van komkujiyan nîşan da. Guven rexne li rayedarên Tirkiyeyê kirin û got: “We gotibû ku hunê gelek welatiyên Suriye û Kobanê li ser axa xwe bicîh bikin. Ger ku we cihekî ji bo jiyanek bi rûmet peyda bikira, wê çima gelê Suriyê jiyana xwe xistima talukeyê, derya qut bikiran û berê xwe bidina Ewropayê? Niha parlamenterên Tirk li ber deriyê Kobanê amade ne û rondikan dibarînin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin ma hûn şerm nakin, hûn sedema van tiştên tên jiyîn in.”

Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Aylin Nazlikaya jî anî ziman ku ew ji bo sersaxiyê hatiye Kobanê û got: “Şer wêraniyê bixwe re tîne. Hêviya me aştî ye. Ji bo vê jî em wekî siyasetmedar ji bo tevahiya cîhanê hêviya jiyanek bi ewle dikin. Piştî axaftinan girseya gel hersê cenaze birin mala qurbaniyan û ji wir jî birin Goristana Gundê Termik. Hersê cenaze li vir spartin axê. 


 ANHA/KOBANÊ